Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir 2021-02-18 08:03:12   BURSA/ÇEWLÎG - Li Bursayê Bijîşk Mustafa Yalçin ê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Uludagê peywirdar, ji ber zext lê hatin kirin dawî li jiyana xwe anî. Li Çewlîgê jî ciwanê 23 salî Hasan Arslan li malê kuştî hat dîtin.    Li Bursayê Bijîşk Mustafa Yalçin ê 35 salî ku li Fakulteya Tipê Ya Zanîngeha Uludagê beywirdar bû, ji ber zext lê hat kirin dawî li jiyana xwe anî. Yalçin, li nava qada daristanê di nava berfê de mirî hat dîtin. Hat dîtin ku Yalçin, bi serûmê damar vekiriye û dawî li jiyana xwe anîye. Cenazeyê Yalçin rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bursayê. Yalçin li pey xwe nîşe hişt û di nîşeyê de anî ziman ku zext û tundî lê hatiye kirin.    LI ÇEWLÎGÊ JÎ CIWANEK MIRÎ HAT DÎTIN   Li Gundê Çilkunîyê ya girêdayî Çewlîgê jî ciwanê 23 salî Hasan Arslan li malê mirî hat dîtin. Hat gotin ku Arslan întîhar kiriye. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlîgê Erdal Aydemir, li ser hesabê tiwetterê anî ziman ku li Çewlîgê di demên dawî de întîhar zêde bûne. Aydemîr ji malbata Genç re sersaxî xwest.