Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin 2021-02-17 16:39:28   WAN - Walîtiya Wanê ragihand ku 15 rojên din jî çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kiriye.    Li bajarê Wanê qedexekirina çalakî, daxuyanî û şahiyan berdewam dike. Walîtiya Wanê ragihand ku 15 rojên din jî hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kiriye. Ev qedexe wê heta 4’ê adarê berdewam bike. “Ewlehî” û “vîrûsa koronayê” wek hêceta qedexeyê hat nîşandan.