Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye 2021-02-17 16:22:06   ENQRE - Di rapora Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê de derket holê ku li Girtîgeha Kirikkaleyê hatiye xwestin girtî bi kelemçeyê werin muayenekirin û bijîşkê li dijî vê derketiye jî bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye.    Komîsyona Jêr a Mafên Hikumxwar û Girtiyan a Komîsyona Lêkolîna Mafê Mafê Mirovan a Meclîsê bi rojeva “Hevdîtina Raporên Lêkolîna Girtîgehên Kirikkale û Duzceyê” civiya. Serokê Komîsyonaê Hakan Çavûşoglû di serdema 27’emîn a qanûndanînê de ji 16’ê sibata 2021’an pêve hejmara serlêdanên gihîştine Komîsyonê 6 hezar û 690 heb in. Hat diyarkirin ku di nava vê hejmarê de jî 5 hezar û 445 serlêdan têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan in.    Komîsyonê di 24’ê sibata 2020’an de serdana Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F û Girtîgeha Keskîn a Tîpa T kiriye. Di raporê de hat gotin Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F xwedî kapasîteya 368 kesî ye û li gel vê yekê jî 325 girtî û hikumxwar lê tên ragirtin.    CENDIRMEYAN GEF LI BIJÎŞK XWARIYE    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku darizandina adilane nayê kirin, hin girtiyên nexweş piştî demên dirêj xwe digihînin saziyên tenduristiyê, bijîşkê diranan li klînîka girtîgehê nîne û girtî di sewqên ji bo tedawiya diranan de tên kirin jî bi pirsgirêkên pir cidî re rûbirû mane.    Di raporê de hat diyarkirin ku di sewqa ji bo nexweşxaneyan de muayene û tedawiya kelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin û bijîşkê ku xwestiye kelemçeyê derxe jî bi gefa cendirmeyên li wir amade bûne re rûbirû maye.    Di raporê de hat destnîşankirin ku yekîneya tiba edlî têkildarî nexweşînên girtiyan raporan nagire û li nexweşxaneyan jî bijîşk tedawiya girtiyan paş guh dikin.