Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê 2021-02-17 15:01:29 AMED – Li Amedê gelek nûnerên saziyan û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîd û greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’an de dane destpêkirin, di roja 83’yemîn de didome. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamya (MED-DER) bi boneya balê bikişîne ser tecrîd û greva birçîbûnê xwest li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî bide. Polîsan destûra daxuyaniyê neda û nehiştin kom biçe hundirê parkê.    Rêveberên HDP’ê, MEBYA-DER, TUAY-DER jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser astengkirina daxuyaniyê kom di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Pişt re jî çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.