Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe 2021-02-17 14:03:32   AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya Polîtîk û Civakî, li ser ziman, çandê lêkolîn kir. Li gorî lêkolînê, li tevahiya Tirkiyeyê axaftina bi Kurdî her ku diçe kêm dibe û li nava malê ji sedî 33 beşên civakê bi Tirkî di axivin. Li gorî lêkolînan di nava zimanan de piştî Tirkî herî zêde bi Kurdî tê axaftin. Mirov ji ber zimanê zikmakî û çanda xwe bi cudakariyê re rû bi rû dimînin.    Navenda Lêkolînên Qadê ya Polîtîk û Civakî, beriya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê li ser ziman, çandê lêkolîn kir.  Li Tirkiyeyê di nava zimanên heyî de tenê Tirkî zimanê fermî û perwerdehiyê ye. Navenda Lêkolînê li ser rewşa zimanan û talûkeya li dijî wan anket çêkir û encama anketan bi raya giştî re parve kir. Navenda Lêkolînê di navbera 20'ê Çile û 7'ê Sibata 2021'an de li 20 bajarên mezin, 40 bajaran bi 1476 kesan re anket amade kir. Di anketan de ji sedî 66,5 mêr, ji sedî 33,1 jin û ji sedî 0,3’î jî LGBTİ+ yî tev li anketan bûn. Kesên tev li anketan bûn kesên temenê wan zêdeyî 18 salî bûn. Ji sedî 30,6 kesên temenê wan 25-34 salî, ji sedî 28,4 kesên temenê wan 35-44 salî, beşdar bûn. Ji sedî 65,5 kesên tev li anketan bûn kesên ku zanîngeh xwendine û xelas kirine ne. Dîsa ji sedî 22,5 kesên tev li anketan bûn hatina wan di navbera “0-1500 TL da ye. Ji sedî 10,5 jî hatina malbatê ya mehane 7501 TL  ye.    Ji sedî 94,9 beşdarên anketê diyar kirin ku zimanê wan ê zikmakî “Kurdî" ye. Ji sedî 3,5’an gotin zimanê zikmakî Çerkesî, ji sedî 1,2’an gotin zimanê zikmakî Ermenî, ji sedî 0,3’an gotin Erebî, ji sedî 0,1’an gotin bi Suryanî, ji sedî 0,1’an gotin Lazikî ye. Ji sedî 60,9’an bi “Kûrmancî”, ji sedî 31,1’an bi Tirkî û ji sedî 5’an jî bi “Zazakî/Dimilî”, nivîsî. Ji sedî 1,5’an bi Çerkesî, ji sedî 0,3’an bi Erebî, ji sedî 0,3’an bi Ermenî, ji sedî 0,3’an bi Kurdî û Tirkî nivîsandin.    ZIMANÊ KOLANÊ DIBE TIRKΠ   Li gorî encama anketê zimanê Ermenî û Çerkezî li malan her ku diçe kêm dibe. Dîsa Kurd li malê ji sedî 66 bi Kurdî û  ji sedî 33 bi Tirkî diaxivin. Li kolanê axaftina Kurdî bêtir kêm e û axaftina Tirkî zêdetir dibe. Li gorî lêkolînê li kolanê ji sedî 61,5 bi Tirkî, ji sedî 36,4 bi Kurmancî, ji sedî 1,2 bi  Zazakî/Dimilî, ji sedî 0,6 Kurmancî-Tirkî, ji sedî 0,2 bi Çerkezî, ji sedî 0,1 bi Erebî, ji sedî 0,1 Lazikî, ji sedî 0,1 bi Suryanî diaxivin. Li gorî daneyan tê dîtin ku axaftina bi Kurdî her ku diçe li malê û kolanê kêm dibe.    Kesên li daîreyên dewletê bi kurdî naaxivin ji sedî 52, ji sedî 31,1 kêm diaxivin, ji sedî 13,6 car caran di axivin, ji sedî 3,4 bi piranî li daîreyan bi zimanê xwe di axivin.    LI DAÎREYEN DEWLETÊ BI CÛDAKARIYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN   Kesên ji ber bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin û bi çanda xwe dijîn û bi cudakariyê re rû bi rû dimînin ji sedî 72'ne. Ji sedî 5,3 tu carî bi cudakariyê re rû bi rû namînin. Ciak û baweriyên bi cudakariyê re rû bi dimînin, ji sedî 73,5 kesên bi Kurdî, ji sedî 52,9 kesên bi ermenî, ji sedî 50 kesên bi Lazikî, ji sedî 42 kesên bi Çerkesî, ji sedî 25 kesên bi erebî di axivin li daîreyên dewletê bi cudakariyêre rû bi rû dimînin.      JI BO PÊŞKETIN Û PARASTINA KURDÎ DIVÊ ÇI BÊ KIRIN   Kesên beşdarî anketê bûn ji bo parastin û pêşxistina ziman nerînê xwe gotin. Ji sedî 33,4 kesan xwestin mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. ji sedî 29,3’an xwestin zimanê zikmakî bibe zimanê fermî. ji sedî 10,7’an xwest her kes li her qadê bi zimanê zikmakî bi axivin. ji sedî 9’an xwest malbat bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî bi axivin. Ji sedî 8,4'an jî xwestin zimanê zikmakî bi zagonan ve bê parastin û pêşxistin.