Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire 2021-02-17 13:58:23   ENQERE – Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îqtidar hesabê Garê nedaye û got: “Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire, lê belê nikare bigire.”    Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.    Beştaş derbarê rûniştina li Meclîsê ya agahdarkirina operasyona Garê ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ve pêk hat axivî û got: “Me du wezîr û berdevkên îqtidarê yên rastiyan tarî dikin û dixwazin ji nava vî karî derkevin dît. Li hember me îqtidarek ku berpirsiyariya siyasî nagire ser milê xwe heye. Meclîsê duh carek din ji vê yekê re şahidiyê kir.”   ‘XWESTIN SER SÛCÊ XWE BIGIRIN, LÊ NIKARIN BIGIRIN’    Beştaş destnîşan kir ku îqtidarê ji bo operasyona Garê hesab nedaye û wiha got: “Gelo Waliyê Meletiyê biryara operasyonê da? Çima bi wî didin daxuyandin. Xwestin ser sûcên xwe bigirin. Lê hîn bûn ku nikarin ser sûcên ku kirine bigirin. Di esasê xwe de kurteya duh ev bû. Belê mixabin li her aliyê welat êşa komkujiya Garê hebû. Duh me di Desteya Giştî ya Meclîsê de jî viya eşkere kir. Di destê wan de dosyeyên tomar û kaxez hebû û hatin meclîsê lê çi bû? Dosye, kaxez û wêneyên di destê Suleyman Soylû de belav bûn. Ev nîşaneya belavbûna vê îqtidarê ye jî. Em viya tim dibêjin, me berê jî gotibû. Tirkiye bi polîtîkaya şer û siyaseta şer tu pirsgirêkan çareser nekir. Divê hemû rehendên meseleyê were axaftin, nîqaşkirin û pêşniyazên çareserkiriyê werin kirin û nirxandin. Siyaseta Demokratîk û Meclîs ji bo vê yekê heye. Gel çima dengan dide me, ji bo em vê çareser bikin.”    ‘EM WEK HDP’Ê HER TIM LI DIJÎ SIYASETA KUŞTINÊ NE’    Beştaş anî ziman ku ew wek HDP’ê her tim ji bo rêyên çareseriyê û aştiyê amade ne û got: “Ji bo em rêyên çareseriyê derxin holê xelk deng dide me. Em wek HDP’ê her tim li dijî operasyonên derveyî welat, siyaseta şer û siyaseta kuştinê derketin. Me tu carî tezkereyên şer erê nekir. Ev tezkere derbas nebûna wê 13 canên li Garê binax nebûna. Yek ji kurteyên Garê jî ev e. Niha di destê me de gelek dane hene.”    ‘DIVÊ MECLÎS BI BERPSIRSIYARÎ TEVBIGERE’    Beştaş destnîşan kir ku meseleya ji bo mirin neqewimin meseleya demokrasî û azadiyê ye û ev meseleya li Garê meseleya xemgîniyê ye lê AKP di kongreyê xwe de kêfxweşiya xwe nîşan dide. Beştaş anî ziman ku pêwîste Meclîs ji bo lêkolîna meseleya Garê berpirsiyariyê bigire ser milê xwe û her tiştên li wir qewimîne bi zelalî derxe holê. Beştaş da zanîn ku ew ê her şopdarê meseleya li Garê bin û dê vê yekê her bipirsin.