Li Sêrtê 7 kes hatin berdan 2021-02-17 12:30:20   SÊRT – Li Sêrtê 7 kesên ku di 15’ê Sibatê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di 15’ê Sibatê de polisan li navend û navçeyên Misirc û Hawêlê yên Sertê bi ser malan de girtibûn û Endamê Meclisa Giştî ya Bajar ê HDP’î Mehmet Kaysî, endamên Meclisa Şaredariyê Hasret Aslan, Haydar Çağlî, rêveberê yê HDP’ê yê bajar Tamer Kiliç, Abdulgafûr Kûbûlay, Elîf Esmer û Devran Acar binçav kiribûn. Piştî bidawîbûna kirariyên wan ên li miduriyeta polisan her heft kes jî bi angaşta “propagandaya rêxistinê” sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê wan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û dadgehê jî wan bi serte kontrola edlî berda.