Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir 2021-02-17 12:18:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Aram Baleteyî yê Berdevka Koma PDK’ê ya Parlamentoya Iraqê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Dr. Aram Baleteyî yê Berdevka Koma PDK’ê ya Parlamentoya Iraqê ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Baleteyî 41 salî bû û ji 3 mehan zêdetir bû li nexweşxaneyek taybet a li Dihokê dihat dermankirin.    Baleteyî di hilbijartina 2018’an de bûbû parlamenter û li Parlamentoya Iraqê Berdevkiya Koma partiya xwe dikir.