Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne 2021-02-17 10:16:00 STENBOL – Nivîskar Raûl Zîbechî, diyar kir ku ramana Ocalan ji Karl Marx ve ramana rexneyî nû dike û nûweza, dewlemend û hilberîner e û ev tişt got: “Ramanên Ocalan li pêşiya deme ne.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Paradîgmaya ku Ocalan derxistiye holê, li gelek welatên Ewropayê bûye mijara dersan û di vê mijarê de hejmareke zêde pirtûk û gotar hatine nivîsandin. Van nivîsan ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve di bin navê “Daiyalogên Avakirina Jiyana Nû” de hatine berhevkirin. Em bi nivîskarê beşa “Bi Ocalan re Diyalogên Xeyalî: Rojanekirina Ramana Rexneyî” ya di pirtûka “Daiyalogên Avakirina Jiyana Nû” de Raûl Zîbechî re tecrîda li ser Ocalan û paradîgmaya wî axivîn.   HEDEF GELÊ KURD E   Zîbechî, tecrîda li ser Ocalan weke tecrîda li ser hemû mirovan nirxand û diyar kir ku hedefa tecrîda li ser Ocalan gelê kurd e û wiha got: “Divê tecrîda li ser Ocalan bi du awayan bê nirxandin. Ji aliyekê ve hişyariyê didin kurdan û ji wan re dibêjin ku tiştên anîne serê Ocalan dibe ku bînin serê wan jî. Ev bandoreke texilker e, bi awayekî vekirî gefa rawestandina şer e. Her wiha Tirkiye asteng dike ku Ocalan rast e rast piştgirî bide têkoşîna kurdan. Lewre heke Ocalan di vê têkoşînê de aktîf bûna wê rê û hedefan diyar bikira.”   PARADÎGMAYEKE CÛDA    Têkildarî sedemeke din a tecrîdê Zîbechî, ev tişt gotin: “Ocalan ji dewletên emperyalist cuda xwediyê paradîgmayeke din e. Hêzên emperyalît jî Amerîka û Rûsya û hêzên herêmî; Sûriye, Îsraîl, Erebistana Siudî û Îran in. Sedema pêkanîna vê tecrîda girankirî ramanên Ocalan ên cuda yên ji van hêzan e.”   ERDOGAN QIRÊJ DILÎZE   Zîbechî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye û axaftina xwe wiha domand: “Immanûel Wallersteîn, teoriya pergala dinyayê li ser têgehin ‘navend û derdor’ dinirxîne û qala zêdebûna zextê ya ji navenda ku pergala kapîtalîst têde zede dibe ya ber bi derdorê ve dike. Yanî dinyaya ku her diçe aloztir dibe nîşan dike. Di vê çarçoveyê de kes nafikire gelo Tirkiye rast e yan şaş e. Van hêzan ji hiqûqa navneteweyî zêdetir li guncavbûna jeopolîtîk a ji bo xwe dinêrin. Erdogan jî tund û qirêz dilîze. Lewre dikare bike û dizane ku pêwistiya hêzên herêmî pê heye.”   PARADÎGMAYA OCALAN   Di berdewamê de Zîbechî, da zanîn ku ramana Ocalan ji Karl Marx ve ramana rexneyî nû dike û nûweza, dewlemend û hilberîner e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Reransa wî, bi taybetî di guhertoya Sovyetê de Marksîzm û Lenînîzm e. Ez dibînim ku di ramanên Ocalan de veqetîneke radîkal û vekirî ya ji ramanên modernîteya kapîtalîst û deynê sermiyan ê dewletê û mêjiyê dewletê heye. Di vê mijarê de Ocalan qadeke paqij bi rê ve dibe. Kapîtalîzmê ne weke aborî weke hêz pênase dike. Bi vê awayî weke ku mîrateya kefşkirina rêveberina qanûnên aboriyê û nifteya têgihiştina pergalê pêşkêşî me dike, ji holê jî radike û nîşan dide ku dikare bê birêvebirin. Ev jî li tevgerên antî-kapîtalîst û populer feydeke mezin e. Bi rastî jî pergal ber bi hêzeke mezin ve diçe.”   LI PÊŞIYA DEMÊ YE    Zîbechî, bi lêv kir ku ramana rexneyî qels bûye û ev nirxandin kir: “Şoreşa ramana Ocalan baş tê fêmkirin lê li akademiyan di nav aktîvîstan de pir nayê dîtin. Li gorî min dayîna jinan a cihekî ewqas girîng û pêşdîtin weke pêşeroj bi pêş dikeve. Ramana Ocalan ber bi pêş e û li pêşiya demê ye. Ocalan mirovekî ku dizane Marx çawa bê nasîn.”   DAXWAZA AZADIYA OCALAN KIR   Di dawiya axaftina xwe de Zîbechî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin û  diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîna neheqî ye û daxwaz kir ku Ocalan bê berdan.    MA / Ferhat Çelîk