Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza 2021-02-17 09:06:34 STENBOL - Eren Keskîn û Înan Kizilkaya ku di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li wan hat birîn, bal kişandin ser bêhiqûqîtiya cezayê hatiye birîn û destnîşan kirin ku rik û kîna ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye.  Di doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê de ku bi KHK'ê hatibû girtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê Eren Keskîn û li Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û mehek jî ceza li Gerînendeyê Weşana Giştî Zana (Bilir) Kaya ku piştî Keskînê bûbû gerînendeyê weşanê, hat birîn.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya nerazîbûna xwe ya ji bo cezayê navbirî anîn ziman.    143 DOZ Û 17 SAL CEZA    Keskîn, anî ziman ku ji roja ku Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kiriye heya niha parêzertiya rojnameyê kiriye. Keskîn, diyar kir ku Ozgur Gundem rojnameyeke wisa ye ku bi zext û zoriyên herî dijwar re rû bi rû maye û got: "Rojnameyeke ku bîranên min e. Apê Mûsa, Ferhat Tepe, rojnamevanên hatin kuştin, bombekirina rojnameyê... Hingî bi tiştên pir giran re rû bi rû ma, ji emcbûrî gelek caran navê xwe guherand."    Keskîn, bilêv kir ku piştî ku rojnameyê di sala 2013'an de cardin bi navê Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kiriye, pêşniyaza Hevgerînendetiya Weşana Giştî lê hatiye kirin û wê jî bi dilxweşî qebûl kiriye. Keskîn got: "Ji lewra min tim werê hîs dikir ku ez deyndarê van rojnamevana me. Di pêvajoya aştiyê de qet doz li rojnameyê nekirin. Lê piştî ku ev pêvajo qediya, doz li ser dozê lê kirin. Ji xeynî doza sereke, derbarê min de 143 doz hene û 17 sal û 2 meh cezayê hepsê û 450 hezar TL jî cezayê pereyî heye."    ‘PÊVAJOYEKE DÛRÎ AQILAN'    Keskîn, bilêv kir ku di doza sereke de jî ewilî bi xala 302'yan bi cezayê muebetê hatine darizandin û dû re veguheriye "endamtiya rêxistinê" û got: "Asoxîn bi endamtiya rêxistinê ceza birîn. Çi li gor Dadgeha Bilind çi jî li gor qanûnan, şert û mercên endamtiya rêxistinê hene. Ji bo ku bi endamtiya rêxistinê ceza bê birîn, divê ew kes bi telîmatan di nav rêxistinê de cih girtibe û vîna xwe teslîmî rêxistinê kiribe. Ji bo vê jî delîlên berbiçav divên. 30 sal in ez di nav tevgera mafên mirovan de me. Ji xeynî ÎHD'ê ne endama tu rêxistinê me. Cîhan hemû bi vê dizane. Ev, êdî tiştekî dûrî aqilan e. Fealiyetên rojnamevaniyê wekî endamtiya rêxistinê dihesibînin. Ev dûrî aqilan e. Ev, hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê îmze daniye binî wan. Nikarin kesî qaneh bikin. Lê mixabin pêvajoyeke werê dûrî aqilan heye. Bi tu hiqûq û bi tu feraseteke mafên mirovan nayê ravekirin. Lewma ji ber vê biryarê şaş nemam."    ‘NAÇIM'    Keskîn, destnîşan kir ku bi pêvajoya tirsê tê xwestin ku mirov ji Tirkiyeyê birevin û got: "Dibêjin, heger hûn neçin hûn ê bên girtin. Lê ez naçim tu derî jî."    'DENG Û BÊHNA BINDESTAN BÛ'   Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya jî anî ziman ku ji roja ku darizandinê dest pê kiriye heya pêvajoya cezakirinê ne mimkun e ku mirov behsa hiqûqê bike.    Kizilkaya, destnîşan kir ku ji lewra cezakirina Ozgur Gundemê tenê nayê cezakirina saziyekê û got: "Ev ceza, tê wateya cezakirina hemû gelên li axa Mezopotamyayê. Rojname dengê hemû gelên Anatolyayê û Mezopotamyayê bû. Deng û bêhna bindestan bû ku çapemeniya îqtidarê berê kadraja xwe nedida wan. Her wiha xwedî helwesteke demokratîk bû di warê vîna jiyana bi hev re ya gelê kurd. Di rojnamevaniyê de îşaret bi rastiyên Tirkiyeyê dikir. Lê belê piştî 7'ê Hezîranê, li hemberî çapemeniya ku li ber îqtidarê serî neditewand êrîşîne topyekûn dest pê kirin. Me jî nesîb ji van êrîşan girt."    KÎN Û RIK NEQEDIYA    Kizilkaya, bilêv kir ku ji dozên derbarê wan de jî tê fêmkirin ku kîn û rika îqtidarê ya ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê neqediyaye û got: "Kîn û rikek wan heye ji bo çapemenia ku polîtîkayên wan dide ber lêpirsînê. Vê kîna xwe bi her awayî didin der. Cezakirina me, helwesteke faşîzan e ku tu delîleke wê ya berbiçav û hincetek wê ya hiqûqî tune ye. Ev tacîza darazê ye li hemberî çapemeniya kurd. Tiştên tên kirin di warê mafên mirovan de sûc in. Bi vî awayî dixwazin rojnameyê biqedînin. Tacîzeke darazê ye."    MA / Îdrîs Sayilgan - Rojîn Altay