ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-17 09:00:34   *  Hin kesan Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hatîce Buşra Kûyûn a revandibû. Kûyûnê giliyê van kesan kiribû, lê belê derbarê van kesan de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Kûyûnê îtiraz kiribû, lê belê îtiraza wê bi hinceta "plakeya navbirî ne aydê tu wesayîtê ye" hat redkirin.    * Li Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê, daxwaznameya ku du girtiyên ketine greva birçîbûnê, wekî "propagandaya rêxistinê" hat hesibandin. Ji ber vê 11 roj cezayê hucreyê li her du girtiyan hat birîn.    * Jinên ku li navçeya Konakê esnaftiyê dikin, diyar kirin ku nikarin heqê kirê û deynên bacê bidin û gotin: "Ne pandemî, ê xizanî û birçîbûnî mirovên li vê derê bikuje."    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, anî ziman ku li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê di biniya ji sedî 1'ê re ye. Yavîç, diyar kir ku ji ber baweriya ji bo têkoşîna li dijî şewbê qels bûye û ji ber pirsgirêkên xwegihandina înternetê rêjeya derzîkirinê kêm bûye.    * Dengbêj Sidîqê Farqînî ku ji bo dengbêji got "şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye", ji bo dengbêjî winda nebe bang li ciwanan kir.    * Eren Keskîn û Înan Kizilkaya ku di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li wan hat birîn, bal kişandin ser bêhiqûqîtiya cezayê hatiye birîn û destnîşan kirin ku rik û kîna ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye.    * Redkarê wijdanî Bulent Bektaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê mîlîtarîzmê sîrayetî perwerdehî, siyaset, çand û hemû qadan kiriye û şerê tê kirin jî bi mîlîtarîzmê tê kirin.    * Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç, 28 sal berê van çaxan hatibû kuştin. Dosyeya dozê daxilî nav ên "kiryar nediyar" hatiye kirin û li dû wî tenê pênûs, amûra dengtomarkirinê û kasetên wî yên tomarkirinê man.    * Parêzerên 4 jê girtî 5 rojnamevanên ku ji çêkirina nûçeya herdû welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin tên darizandin diyar kirin ku delîlek şênbêr di îdianameyê de nîne û gotin: “Dîtine ku sûc nabînin bi temamî spartine şîroveyan.”    * Profesorê Destûra Bingehîn Ergun Ozbudun, destnîşan kir ku ji bo Destûra Bingehîn a demokratîk bê avakirin pêdivî bi hêzkirina pergala parlamenteriya demokratîk heye û wiha got: "Divê hemû hêzên muxalif li ser rêgezên hevpar deklarasyonek hevpar biweşîne."   * Bernameya "Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye" ya DBP, KCD, TJA û HDP'ê ya li Mêrdînê dê li navçeyên Mahsert û Stewrê berdewam bike. (11.00-17.00)   * Rêxistina ESP'a Îzmîrê û SDGF derbarê lêferzkirina sîxuriyê dê li avahiya ÎHD'a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Desteya Rêveberiya Navenda SES'ê dê encama "Li Qada Xizmeta Tenduristî û Civakî Lêkolîna Tundiya Li Ser Jinan" dê li navenda xwe ya giştî bi civînek çapemeniyê ragihîne. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de wê serdana Navenda Giştî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal bikin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê têkildarî binçavkirinên dawî yên li dijî endamên xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, lêgerîna tazî û dengê jinên xwe diparêzin ragihînin dê li Meydana Deriyê Çiyê xeleka ji mirovan pêk bînin. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA di çarçovoya kampanya "Destpêkê Edalet" de li navçeya Cizîra Şirnexê têkildarî tecrîdê panel li dar bixin. (13:00)