Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê 2021-02-16 16:20:53   COLEMÊRG –  Li navçeya Geverê, ji bo 22’yemîn salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşandana sînevîzyonê pêk hat.    Li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji bo 22’yemîn salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, nîşandana sînevîzyonê pêk hat. Di sînevîzyonê de pêvajoya komploya li dijî Ocalan hat vegotin û gelek HDP’î lê temaşe kirin. Di çalakiyê de timik dûrişmeyên "Bijî serok Apo" ve “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.