7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn 2021-02-16 15:17:56   STENBOL – Bi hinceta parvekirineke xwe ya deme çalakiyên Geziyê ya li ser medya civakî ku têde serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan rexne kiriye cezayê pere li Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncancê hat birîn.    Seroka Konseya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, dema ku Serokatiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dikir, di parvekirina xwe ya dema çalakiyên Geziyê de rexne li serokwezîrê deme Recep Tayyîp Erdogan kiribû. Ji ber vê parvekirinê doz li Fîncanci hatibû birîn û danişîna dozê îro li 45’emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Stenbolê ya Dadgeha Anatoliyê hat dîtin.    Bi Fîncanci re bi armanca piştgiriyê Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî tevlî danişînê bû. Bi tespîtkirina nasnameyê danişînê dest pê kir û serokê dadgehê diyar kir ku dozger mutalaaya xwe di danişîna beriya niha de pêşkêşî dadgehê kiriye. Fîncancî, li dijî mutalaayê parastina xwe kir û daxwaza beraeta xwe kir. Piştî Fîncancî, parezerê wê Merîç Eyuboglû jî parastina muwekîla xwe kir û beraeta muwekîla xwe xwest.    Piştî parastinan heyeta dadgehê bi qasî 10 deqeyan navber da danişînê û piştre bi sûcdariya “heqareta li peywirdarên cemaweriyê” 7 hezar û 80 TL cezayê pere li Fîncancî birî.