Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn 2021-02-16 14:18:24   STENBOL – Bi hêceta parvekirinek ne aydî Ozgur Gundemê derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê Kemal Sancili û Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya de lêpirsîn hat destpêkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameyê Kemal Sancili û Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya de lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi hêceta parvekirinên ne aydî rojnameyê hatiye destpêkirin û derbarê herdu rojnamevanan de biryara binçavkirinê hatiye derxistin.    Kizilkaya duh ji bo doza sereke ya Ozgur Gundemê amade bû û derbarê wî de ji ber vê lêpirsîna nû biryara binçavkirinê derxistine û piştî îfade daye dozgeriyê hatiye berdan.    Kemal Sancili jî îro li gel parêzerê xwe çû Edliyeya Çaglayana Stenbolê û îfade da û piştî îfade biryara binçavkirinê ji ser wî hat rakirin.