Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin 2021-02-16 10:48:33 EDENE – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T  a Duzceyê, ragihandin ku di bin navê “lêgerînê” de gardiyan bi ser qawişên wan de digirin û hemû amûrên wan ji hev belav dikin û derbarê wan de lêpirsînin kêfî didin destpêkirin.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbatên xwe re ragihandin. Girtî Vedat Gultekîn, diyar kir ku di saetên serê sibehê de di bin navê lêgerînê de gardiyan bi ser qawişên wan de digirin û amûrên wan ji hev belav dikin. Gultekîn, da zanîn ku gardiyan heqaretê li girtiyan dikin û ev agahî ragihandin: “Şeker, xwê û çi hebû hemû avêtin erde. Derbarê me de lêpirsînên kêfî didin destpêkirin. Hefteya borî ji ber ku me kilamên bi kurdî got derbarê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Her rpj zext zêde dibin.”   Gultekîn, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku bi destpêkirina grevê re zextên li ser wan zêdetir bûne û got ku heta ku encam bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.    Ji heman girtîgehê Selamî Keleş jî ragihand ku gardiyanên ku t^ne qawişlên wan amûrên wan ji hev belav dikin û ev tişt gotin: “Bi hinceta ku min axaftina bi malbata xwe re heqaret li gardiyanan kiriye, derbarê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Zext bi zêdeyî didomin.”