Li Hewlêrê teqîn 2021-02-15 23:27:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê li texma Balafirgeha Navneteweyî li ser hev du çend caran dengê teqînan hat.    Li Hewlêrê, li texma Balafirgeha Navneteweyî li ser hev du dengê 5 teqînan hat bihîstin. Tê gotin ku fuzeyên katyûşayê ber bi herêmê ve hatine avêtin û ev teqîn ji ber van fuzeyan çêbûne.    Hat hînbûn ku herî kêm du kes birîndar bûne. Her wiha di dîmenên hatine parvekirin de jî xuya dibe ku ji derdora balafigehê duxan radibe.    Hêzên ewlehiyê yên sewqî herêmê hatin kirin, hin rêya li çûnhatinê girtin.