Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin 2021-02-15 19:12:58   STENBOL - Parlementerê HDP'î Sezaî Temellî di şermezarkirina komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê de axivî û diyar kir ku tecrîd polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Temellî got: "Em ê pergala tecrîdê bişikînin."    Platforma Saziyên Demokratîk (DKP), xwest bi boneya salvegera 15'ê Sibatê komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Qada Şîhaneyê ya Stenbolê daxuyaniyekê bide. Girseya ku li Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Taksîmê kom bû, xwest ber bi Şîhaneyê ve bimeşe. Lê belê polîsên xwe ku HDK'ê dorpêç kiribûn, nexwest girse bimeşe. Her wiha polîsan rojnamevanên li wir jî ji qadê dûr xistin. Polîsan Qada Şîşhaneyê jî bi barîkatan dorpêç kirin û rêya ber bi HDP'a Stenbolê ve jî girtin.    Lê li gel hemû astengiyan jî parlementerên HDP'î li ber HDK'ê daxuyanî dan. Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî, bi awayekî tund astengiya polîsan şermezar kir.    SEDEMA NEÇARESERKIRINÊ TECRÎD E    Temellî, destnîşan kir ku sedema sereke ya neçareseriyê ye tecrîd e û sedema komploya 15'ê Sibatê jî polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Temellî, anî ziman ku heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê aştî û demokrasî neyê Tirkiyeyê û got: "Em demokrasî, aştî û çareseriyê dixwazin. Hûn ê nikaribin bi komployên xwe, bi binpêkirinên xwe û bi tahdeyên xwe rê li ber vê bigirin. Çi dibe bila bibe, li ku derê dibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin."    Temellî, anî ziman ku ji bo aştî û demokrasiyê dê li ber hemû komployan arbin û got: "Teqez em ê vê pergala tecrîdê bişikînin."    Piştî daxuyaniyê parlementer û heyeta bi wan re çûn avahiya HDP'a Stenbolê.