Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan 2021-02-15 16:04:15   ÊLIH – Ji kesên duh li Êlihê hatibûn binçavkirin 3 kesên din jî serbest hatin berdan.    Li Êlihê duh bi hêceta berzkirina dirûşmên di meşa yekîtiya neteweyî ya kurd de ya li Êlihê di 29’ê çile de hatibû lidarxistin, polîsan bi ser malan de girtibû û 8 kesan binçav kiribûn. Duh piştî îfadeyên 4 kesan hatin girtin hatibûn berdan. Îro jî rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Mûrat Kiliç, rêveberê Rêxistina Navçeya Navendî ya Êlihê Tayfûn Guney û endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mehmet Emîn Salman ji Miduriyeta Polîsan sewqî edliyê kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hat zanîn ku Seyîd Alî Dogan jî hêj li Miduriyeta Polîsan a Êlihê tê ragirtin.