Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt 2021-02-15 14:08:44   ÊLIH – Li Êlihê polisan bi ser avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî de girtin.    Li Êlihê polisan avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi ser wan de girtin. Polisan li avahiyan lêgerî da destpêkirin.    Hat diyarkirin ku derbarê Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay de jî biryara binçavkirinê heye.    Lêgerînên her du avahiyan didomin.