Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê 2021-02-15 13:40:51   STENBOL – Li gel berf û sermayê jî akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê çalakiya xwe ya li dijî rektor3e qeyûm Melîh Bûlû domandin û careke din pişta xwe dan avahiya rektoriyê.    Bertekên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ya Zanîngeha Bogazîçiyê ku ji aliyê Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan ve tayînî zanîngehê hatibû kirin, didomin. Di roja 43’yemîn çalakiya xwendekaran de li gel berf û hewaya sar jî akademîsyenan careke din pişta xwe dan avahiya rektoriyê ya Bûlû lê ye û piştgirî dan xwendekaran û li dijî qeyûman banga piştgiriyê kirin.