Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid 2021-02-15 13:20:40   NAVENDA NÛÇEYAN - TSK’ê li qada Garê ya Herêma Federe ya Kurdistana kamp bombe kir û 13 esker û polîsên kuştin. Her çend malbat, HDP û Rêxistinên civakî gelek caran ji AKP'ê xwest ku bi hevre gavan bavêjin û eskeran teslîmî malbatê bikin, lê AKP'ê gav neavêt. Tirkiyeya ku îqtîdaka Serokomarê wê ji bo Îsraîlê digot 'Terorîst" ji bo eskerê wan rizgar bikin, di sala 2011'an de navbênkariya Îsraîl û Filistinlî kir û li hemberî 1 eskerê Îsraîl Hezar girtiyên Fîlîstin serbest berdan.    TSK'ê li Herêma Federe a Kurdistanê li dijî kampa Garê di 8'ê Sibatê de esker bi cih kirin û di 10'ê Sibatê de operasyon pêk anî. TSK'ê di operasyona hewayî û bejayî de 13 polîs, esker û endamên MîT'ê yên di destê PKK'ê de kuştin û cenazeyê wan anîn Tirkiyeyê. Serokê AKP’î û Serokomar Tayyip Erdogan, di 8'ê Sibatê de bal kişand axaftina ku di 10'ê Sibatê de bike û got; "Ez ê di 10'ê sibatê de mizgîniyekê bidim we. Piştî TSK'ê di saet di 02.55’ê 10'ê Sibatê de li herêma Garê ji hewa de bombe kirin û esker bi cih kirin. Di heman rojê de HPG'ê daxuyanî da û diyar kir ku TSK'ê kampa ku esker û polîsên Tirkiye lê bûm bombe kiriye. Piştre Wezarîrê Parastinê Hulusî Akar, daxuyanî da û diyar kir ku 13 esker, polîs û endamên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de bûn jiyanaxwe ji dest dane.    Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu li ser înternetê kuştina eskeran rexne kir û ji ber vê yekê dozgeriyê der barê wan de lêpirsîn dan destpêkirin. Malbatên esker, polîs û endamên MÎT'ê berê serî li ÎHD, rêxistinên civakî û HDP'ê dabûn û xwestibûn ku zarokên wan radestî wan bên kirin. Ji bo vê yekê HDP'ê çend caran pirsname da meclîsê û ji AKP'ê xwest  ku bi hevre têkevin nava hewldanan.    Berê jî PKK'ê gelek esker, polîs girtibûn. Xizmên polîs û eskeran bi rêya ÎHD, parlamenterên Kurd û nêzîkatiya partiya îqtîdarê çûbûn esker û polîs anîbûn. Di Kanûna 2013'an de li Navçeya Lice ya Amedê endamên HGP'ê Efser Melik Dikyol, Efser Hakan Ozer û Çawîşê Pispor Ugur Sert Eskerê Pispor Ali Akdemîr girtibûn û biribûn herêma Amedê. Piştî parazvanên mafên mirovan û parlamenterên BDP'ê ket navberê, HPG'ê eskerên di destê xwe de di 9'ê Kanûna 2013’an de teslîmî Qeymeqamê Lîcê Tunahan Efendioglu kirin.     Her çend malbat, HDP û Rêxistinên civakî gelek caran ji AKP'ê xwest ku bi hevre gavan bavêjin û eskeran teslîmî malbatê bikin, lê AKP'ê gav neavêt. Tirkiyeya ku îqtîdaka Serokomarê wê ji bo Îsraîlê digot 'Terorîst" ji bo eskerê wan rizgar bikin, di sala 2011'an de navbênkariya Îsraîl û Filistinlî kir û li hemberî 1 eskerê Îsraîl Hezar û 27 girtiyên Fîlîstinê serbest berdan. Eskerê Îsraîlê Gilad Şalit, di sala 2006'an de ji aliyê hêzên Hamasê ve hat revandin. Hamasê bi navbênkariya Tirkiyyê piştî 5 salan Gilad Şalit di sala 2011'an de radestî Îsraîlê kir. Îsraîlê jî li hemerî 1 eskerî Hezar û 27 girtiyên Filistinî serbest berdan.