ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin 2021-02-15 13:00:02   ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di operasyona TSK’ê ya Garê de komkujî pêk hatiye û yên jiyana xwe ji dest dane ne aliyê şer bûne û ev operasyon di asta sûcê şer de bûye.    Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser devera Garê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê ku têde 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de bûn jiyana xwe ji dest dan, civîna çapameniyê li dar xist. Civîn li Navenda ÎHD’ê pêk hat û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.    Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û da zanîn ku ew ji ber kuştina kesên destesrkirî gelek xemgîn e û ew ji malbata miriyan re jî sersaxî dixwaze û ew yên bûne sedema kuştina wan kesan şermezar dikin û divê hesab bidin darazê.    AQÛBETA VARDAR NE DIYAR E    Turkdogan anî ziman ku di encama hewldanên rêxistinên mafê mirovan de berê jî kesên hatibûn destserkirin anîne û ev leşker, polîs û endamên îstîhbaratê di kontrola rêyan de ji aliyê PKK/HPG’ê de hatibûn destserkirin û 6 sal bûn dihatin ragirtin.    Turkdogan derbarê kesên desteserkirî de agahî dan û got: “Di mijara aqûbeta Sedat Vardar û Ferdî Polat ên desteserkirî de nediyarî berdewam kiriye. Ferdî Polat piştî hatiye desteserkirin tavilê jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran piştî 2 salan ji malbata wî re ragihandiye. Aqûbeta Sedat Vardar ne diyar e.”    BERSIVA MALBATAN NEHATIYE DAYÎN    Turkdogan bi bîr xist ku malbatên kesên desteserkirî li gel navenda giştî û şaxên ÎHD’ê û rêxistinên mafên mirovan ên din daxuyaniyan dane û got: “Di malpera komeleya me û hin malperên çapemeniyê de ew daxuyaniyên me hêj cih digirin. Bi malbatan re ji bilî civînên çapemeniyê, li Meclîsê bi partiyên siyasî re, hin wezîfedarên dewletê re hevdîtin pêk hatine. Her wiha malbat bi xwe jî bi wezîr, serokwezîr û serokkomar re hevdîtin pêk anîne û xwestine ji vê pirsgirêkê re çareserî were dîtin. ÎHD û rêxistinên din ên mafê mirovan derbarê vê mijarê de xwestin bi serokkomar, serokwezîr û wezîrê karên navweyî re hevdîtin bikin, lê ne erênî û ne jî neyînî bersiv nedane.”    ÎHD’Ê ÎNÎSIYATÎF HILDA    Turkdogan anî ziman ku ÎHD’ê bi malbatan re di 23’yê kanûna 2016’an de bi partiyên li Meclîsê re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “ÎHD’ê di van hevdîtinan de diyar kiribû ku ji bo wergirtina van kesan dikare înîsiyatifê hilde ser milê xwe. Di van hevdîtinan de hevdîtina li gel HDP’ê tenê li pêşberî çapemeniyê pêk ahtiye. Ji ber xemsariya îqtîdara siyasî ev hewldan bi ser neket. Di 22’yê hezîrana 2017’an de malbatên polîs û eskeran li Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyaniya çapemeniyê û banga hevpar kirine. Lê li gel hemû hewldanan jî di vê mijarê de tiştek nahet kirin û endam gihîşt îro.”    SÛCÊ ŞER    Turkdogan destnîşan kir ku divê tu êriş li dijî kesên ne aliyên şer in neyê kirin û wiha got: “Eşkere ye ku ev 13 kesên jiyana xwe ji dest dane ne aliyê şer bûne. Ev bûyerên wiha tenê ne di warê hiqûqî de mafê mirovan tê binpêkirin, di heman demê de asta sûcê şer dide nîşandan. Ji bo ewlehiya canê van kesan tu tevdîr nehatine girtin. Divê dewletê ewilî vê yekê pêk bianiya. Em banga lêpirsînek bi bandor dikin. Divê ji bo zelalkirina bûyerê lêpirsînek vekirî û serbixwe û bi bandor were birêvebirin. ÎHD’ê ji bo binpêkirinên mafan hemû amade ye ku berpirsiyarî bigire.”   BANGA JI BO PKK Û HIKUMETÊ    Turkdogan bang li PKK’ê kir heke desteserkirî di destê wan de hebin divê serbest berdin. Turkdogan bang li rayedarên hikumetê jî kir ku lêpirsînek serbixwe bide destpêkirin û derbarê berpirsiyarên ku vî sûcî kirine de jî werin darizandin û hesab ji wan were pirsîn.    BANGA ÇARESERIYÊ    Turkdogan anî ziman ku heta kêşeya kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê bûyerên bi vî rengî berdewam bikin û ew wek parêzvanên mafê mirovan her tim ji bo parastina aştiyê û dijberiya xwe şer amade ne û dê her mafê mirovan biparêz in.