Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin 2021-02-15 12:47:09 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt û Manîsayê polisan bi ser gelek malan de girtin û endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de bi giştî 45 kesî binçav kirin. Li Amedê jî bi hinceta ku pere ji birayê xwe yê girtî re pere şandiye polisan Mikaîl Yaman binçav kirin.    Di saetên serê sibehê de polisan, li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt û Manîsayê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de bi giştî 45 kesî binçav kirin. Li Amedê jî bi hinceta ku pere ji birayê xwe yê girtî re pere şandiye polisan Mikaîl Yaman binçav kirin.   JI BER PEREŞANDINA JI BIRAYÊ XWE RE HAT BINÇAVKIRIN   Li navçeya Rezan a Amedê polisan bi ser mala welatiyê bi navê Mîkaîl Yaman de girt. Hat hînbûn ku Yaman bi hinceta ku di navbera salên 2010 û 2020’an de ji kekê xwe yê girtî Hevserokê berê yê BDP’ê yê Erxenê Îbrahîm Halîl Yaman re pere şandiye û piştgiriya maddî daye rêxistinê hatiye binçavkirin. Ji bilî Yaman welatiyên bi navê Aynûr Bîlgîç û Şiyar Akpolat jî li bajar hatine binçavkirin.    XARPÊT   Li Xarpêtê jî polisan bi ser mala Hevserokê HDP’a Depê Veysî Saritag de girt û ji ber sedemeke ne diyar Sartitag binçav kirin.    PIRSÛS   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polisan bi ser mala Abdî Bînîcî de girt û ew binçav kirin.    WAN    Li Wanê jî polisan bi ser mala Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava de girt û ew binçav kirin. Bi binçavkirina Kava re di nav 2 rojan de hejmara binçavkiriyan li bajar derket 28’an. Her wiha sînordarkirina hevdîtinan parêzeran a bi binçavkiriyan re jî didome.    MANÎSA   Li Manîsayê jî serê sibehê polisan bi ser malan de girtin û 7 endamên Meclisan Ciwanan a HDP’ê ya Manîsayê binçav kirin. Di serdegirtinê de polisan gelek meteryalên dijital jî desteser kirin. Navê binçavkiriyan wiha ne: Zahîr Aslan, Aleyna Tekîn, Mahsûn Sîlînsîn, Hamza Aslan, Ahmet Aslan, Sultan Aslan û Niyazî Mehmet Alî Polat.    NISÊBÎN   Li navçeya Nisêbînê jî polisan bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin.    SÊRT   Li navend, navçeya Misirc û bajaroka Weysilqiranî ya navçeya Hawilê ya Sêrtê jî polisan bi ser malan de girtin û 6 kesî binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin navê wan wihane: Navend; endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î Hasret Aslan û Haydar Çağlî, Misirc; Abdulgaffûr Kûbûlay, Mehmet Kaysî û jina bi navê Elîf Esmer, Li navçeya Hawêl jî welatiyê bi navê Devran ku paşnavê wî nehat hînbûn.     Her wiha hat hînbûn ku derbarê Endamê Meclisa Şaredariyê Sêrtê Emîn Çeçen de jî biryara binçavkirinê hebûye lê ji ber ku ne li mala xwe bûye nehatiye binçavkirin.    AGIRÎ Û ŞIRNEX   Li aliyê din li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û Şirnexê jî polisan bi ser malan de girtibûn û 23 kesî binçav kiribûn.