Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn 2021-02-15 11:30:01   STENBOL - Di danişîna biryara doza rojnameya Ozgur Gundemê de dadgehê bi giştî 21 sal ceza li rojnamevan Înan Kizilkaya, Zana Kaya, Kemal Sancili û Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn birî.    Danişîna 4’emîn a doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin li Dadgeha Cezayê Giran 23’yemîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a wê demê Hevgerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedariyê kiribû, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameyê Înan Kizilkaya, xwediyê rojnameyê Kemal Sancili û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya ji dozê bi îdiaya “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kirine”, “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” dihatin darizandin. Eren Keskîn û Înan Kizilkaya di danişînê de amade bûn û Kemal Sancili û Zana Kaya beşdarî danişînê nebûn.    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Keskîn û Kizilkaya parastina xwe kirin. Pişt re şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê li Sancili, Kizilkaya û Keskîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li her yek ji wan 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê birî. Dadgehê bi îdiaya “paropagandaya rêxistinê” salek û 13 meh jî cezayê zîndanê li Zana Kaya birî.