Mêran li Manisa 2 jin kuştin 2021-02-15 10:51:11   MANÎSA - Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê Suleyman Ozcan hevjîna xwe Raziye Ozcan û Huseyin Ozcan jî pîrika xwe Karanfil Ozcan û bavê xwe Suleyman Ozcan kuşt.    Li Navçeya Alaşehîrê ya Manîsayê Suleyman Ozcan (52), hevjîna xwe Raziye Ozcan (50) bi çekê kuşt. Kurê wî Huseyin Ozcan jî pişti buyerê bavê xwe Suleyman Ozcan û pîrika xwe Karanfil Ozcan (82) kuşt.  Huseyin Ozcan piştî buyerê li yekîneyên tenduristiyê geriya. Esker û yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û dîtin ku li cihê bûyerê Raziye Ozcan, Karanfîl Ozcan û Suleyman Ozcan hatine kuştin. Huseyin Ozcan ê birîndar bûbû jî rakirin nexweşxaneyê. Lêkolîna bûyerê didome.