Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin 2021-02-15 10:00:10 MÊRDÎN - Derket holê ku Vedat Kaya yê polîs ku di destê PKK’ê de bû û di operasyona TSK’ê ya li dijî herêma Garê de jiyana xwe ji dest da bi KHK’ê hatiye îxrackirin.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10’ê Sibata 2021’an de li dijî Herêma Garê ya bi ser Başûrê Kurdistanê ve dest bi operasyona leşkerî kiribû. Di operasyonê de 13 esker, polîs û endamên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest dan. Derket holê yek ji van kesên jiyana xwe ji dest dane de Vedat Kaya yê polîs e ku ji navçeya Şemrexa Mêrdînê ye. Derket holê ku Kaya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de ji wezîfeyê xwe hatiye îxrackirin.    Kaya ji sala 2015’an ve di destê PKK’ê de ye. Ew di 26’ê nîsana 2017’an de ewilî bi KHK’ê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Di 8’ê tîrmeha 2018’an de jî bi KHK’a Jimara 701’an jî hatiye îxrackirin.    Li aliyê din malbata Kaya di nav wan malbatên li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî yên li ber avahiya HDP’a Amedê rûdinên de cih girtiye.