Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire 2021-02-15 09:00:28 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul, diyar kir ku Xizir tê wateya guhertin, dewrdaîm û jinûve bûnê û got ku baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê û guhêrbariya jiyanê digire.  Meha Xizirê ya ji bo elewiyan pîroz û mizginiya bihar, hezkirin, aştî û bereketê dide, didome. Di meha xizirê ya di salnameya baweriya elewiyan de cihekî girîng digire de di rojên “zehmetiya biçûk” de 3 roj rojî tê girtin. Îro roja dawîn a rojiyê ye. Tişta ku ji rojiyê tê hêvîkirin; zindîbûna xwezayê, zêdebûn û ji bo bereketê rizgariya ji tengasiyê. Lewre bi 13, 14 û 15’ê sibatê re zehmetiya zivistan û sermaye bi dawî dibe. Cemên her sal di meha xizirê de dihatin gerandin, îsal ji ber pandemiyê nayên kirin û bi awayekî bi sînor sohbetên xizirê tên kirin.    BANDORA HILBERANDINÊ YA LI SER XIZIRÊ   Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, têkildarî meha xizirê û êrişên li dijî civaka elewî pêk tên axivî. Bulbul, diyar kir ku xizir tê wateya guhertin, dewrdaîm û jinûve bûnê û wiha got: “Weke di gelek baweriyan de di baweriya elewîtiyê de jî guhêbariyên xwezayê cihekî girîng digirin di salnameya xizirê de guhertina xwezayê esas tê girtin. Di teşegirtina salnameyê de bandora hilberandinê jî heye. Di baweriya elewîtiyê de îbadet piranî ne di meha havînê de dema rawestandina xebat û hilberandinê de tê kirin. Sedema vê yeke jî barandina berfê û astengbûna xwe gihandina dewletê ya îbadetan e. Ji ber ku dewlet neyê bi ser ceman de negire û mudaxaleyî îbadetê neke, di demsala zivistanê de îbadest tê kirin. Wateya peyva xizir, hêşinayî û zindîbûna xwezayê ye.”   DEWLETÊN SERWER Û CIVAKA ELEWÎ   Bulbul, bi lêv kir ku di navbera civaka elewî û dewletên serwer ên berdewama dewletê esas digirin de timik şer û pevçûn hebûne û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Civaka elewî zextên dewletên serwer nas nekiriye û pirsgirêkên xwe di cemên xwe de di nav ocaxê de bi Pîr û Dayikên xwe dane çareserkirin. Ji ber vê civakên elewî jiyana xwe ya xweser parastine û dewletan jî vê qebûl kiriye. Timik komkujî li civakên elewî hatiye kirin. Îro jî êriş li civaka elewî tên kirin. Gundên elewiyan tên valakirin. Dewletê timik xwestiye civaka elewî di bin kontrolê de bihêle.”