Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin 2021-02-14 18:59:22   ENQERE – Ji ber parvekirinên wan ên têkildarî Garê, derbarê parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Omer Farûk Gergerlîoglû de lêpirsîn hat destpêkirin.      Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji ber parvekirinên wan ên li ser medya civakî yên têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya herêma Garê ya başûrê Kurdistanê derbarê parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Omer Farûk Gergerlîoglû de lêpirsîn da destpêkirin. Her du parlamenteran ji ber ku polis û leşkerên di destê HPG’ê di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn bertek nîşanî operasyonê dabûn û daxwaza hesabdayînê li AKP-MHP’ê kiribûn.