Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir 2021-02-14 16:13:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Meletiyê Aydin Baruş, navê esker û polîsên di operasyona li dijî Garê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.    Waliyê Meletiyê Aydin Baruş, nasnameyên esker û polîsên ku di opeasyona TSK’ê di 9/10'ê Sibatê de li dijî qada Garê ya Herêma Federe a Kurdistanê dabû destpêkirin aşkere kir. Walî nasnameya 10 esker û polîsan eşkere kir. Baruş ku piştî otopsiyê nasnameya 10 kesan aşkere kir, diyar kir ku otopsiya 3 kesên din didome.    Kesên nasnameya wan hat aşkerekirin wina ne: “Çawişê Pispor Huseyin Sari yê di 13'ê tebaxê de li ser rêya Amed Çewlikê hatibû girtin. Polîsê li Midûriyeta polîsan a Rihayê Sedat Yabalak ê di 28'ê Tirmeha 2015'an de hatibu girtin, Çawişê Serbaz Semih Ozbey ê di 18'ê îlonê de li ser rêya Dersim, Erzînganê hatibû girtin, Adîl Kabakli ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de li Dersime hatibû girtin, Polîs Vedat Kaya ê di 24'ê Tîrmeha 2016'an de li Lîceya Amedê hatibû girtin, Esker Suleyman Sûngur ê di 15'ê Tebaxa 2015'an de li Amedê hatibu girtin, Esker Mevlut Kahvecî yê di 21'ê Îlona 2016'an de li Colemêrgê hatibû girtin û Muslum Altintaş ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de li Dêrsimê hatibû girtin.    Walî Baruş, nasnameya Aydin Kose  û Muhammet Salih Kanca aşkere kir, lê erk û peyvira wan aşkere nekir.