Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin 2021-02-14 12:35:20 AYDIN - Li navenda Aydin û navçeyên wê polîsan gelek rêveber û endamên HDP’ê yên jin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Aydinê de jî girtin û lêgerîna lê didome. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Aydinê daye destpêkirin de polîsan li navend û navçeya Aydinê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin û gelek jin binçavkirin. Di serdegirtina malan de polîsan gelek amûrên dîjîtal desteser kirin. Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Aydinê de jî girtin. Di avahiya ku polîsan dorpêç kir de, lêgerîn didomin.   OPERASYON BERDEWAM DIKE   Hat diyarkirin ku jinên HDP’î yên hatine binçavkirin piştî kontrolên wan ên tenduristiyê birine Miduriyeta Polîsan a Aydinê û operasyon jî berdewam dike. Navên HDP’iyên ku polîsan binçavkirine wiha ne: Endama Meclîsa Partiyê Ayfer Demîrer,  Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka Navçeya Dîdîmê Mehtap Bozkûrt, Hevseroka Navçeya Soke Sadegul Akalin, rêveberên bajêr Neslîhan Arvîş, Saadet Açik, Azîze Ergun, Nazli Boza û endama HDP’ê Soylemez Akalin.