Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin 2021-02-14 12:24:16   MÊRDÎN - Li navçeya Midyadê, cerdevanan êrişî welatiyê êzidî Suleyman Ozmen ku piştî 40 salan xwest vegere gundê xwe kirin.    Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, cerdevanan êrişî êrişî welatiyê êzidî Suleyman Ozmen (63) ku piştî 40 salan xwest vegere gundê xwe kirin. Ozmen, beriya 40 salan ji neçarî ji gundê xwe Kfernasê veqetiyaye û beriya 2 salan vegeriyaye gundê xwe û dest bi sererastkirina mala malbata xwe kiriye. Lê ji ber vê yekê timik gef lê hatine xwarin. Herî dawî hefteyek berê dema ku li gund temîra mala xwe kiriye, cerdevan jî di nav de komeke ku ji 6 kesan pêk hatiye bi kemçeyê çûne gund û gefa terka gund û hilweşandina mala wî li Ozmen xwarine. Li gel van gefan jî Ozmen gund terk nake û dibêje ku wê bê li gund bi cih bibe.    BI GOTINA 'DEWLET EM IN' ÊRIŞ KIRINE   Ozmen, derbarê bûyerê de diyar kir ku koma ku hatiye gund gef lê xwariye, dîwarê ku lê kiriye hilweşandiye. Ozmen, da zanîn ku wê giliyê kesên êrişî wî kirine û wiha got: “Bi gotina “dewlet em in” êriş kirin û çekê kirine serê min. Bi salan e ji bo vegera gundê xwe têdikoşim. Lê kesên ku dibêjin zarokê axayan e cerdevanan jî digirin cem xwe û destûr nadin ku ez bêm gundê xwe. Dibêjin ku cihê we li vir tuneye. Tapoyên me hene. Malên me kavil in. Em dixwazin malên xwe temîr bikin û bikevinê. Lê destûr nadin. Ji ber êrişî ez ji gund derketim. Ez li benda piştgiriya raya giştî me. Ji ber tiştên pêk tên ez bi guman in. Min hemû delîlên di destê xwe de radestî dozgeriyê kir.”