'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek' 2021-02-14 09:06:59 STENBOL - Rêvebirê MA-TÛHAYDER'ê Cîhan Kartal, anî ziman ku ji bo ku daxwazên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin dê bitêkoşin û got: "Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek."  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 80'yî de ye. Endamê Desteya Rêvebir ê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MA-TÛHAYDER) Cîhan Kartal, çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan nirxandin.    Kartal, anî ziman ku piştî ku şewb belav bûye li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde bûne û ji bo ku ev binpêkirin bi dawî bibin têdikoşin. Kartal, diyar kir ku ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha derbarê binpêkirinên mafan de rapor amade kirine. Kartal, bal kişand ser rewşa grtiyên nexweş jî û destnîşan kir ku demildest divê bên berdan. Kartal got: "Kincên ku em ji girtiyan re dişînin, nameyên ku em dişînin nagihên wan. Her wiha pirsgirêkên kantînên girtîgehan jî didomin. Bi hinceta pandemiyê hevdîtinên bi rêya telefonê jî tên astengkirin."    DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN    Kartal, diyar kir ku agahiyên derbarê girtiyan de bi piranî ji malbatan digirin û got: "Fikarên malbatan zêde ne. Kêr gihaştiye hestî. Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 80'yî de ne. Malbat tim difikirin ku dê karibin çi bikin. Em jî li ser navên malbatên xwe bang li rayedaran dikin: Girtî di şert û mercên giran de ne. Sedema sereke tecrîd e. Tu girtî wisa jixweber bedena xwe nade ber birçîbûnê. Birêz Ocalan 22 sal in tê tecrîdkirin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye. Sîrayet hucreyên mirovan jî kiriye. Rayedar demildest divê ji bo çareserkirinê gavina bavêjin."    DIVÊ ROJEVA SEREKE TECRÎD BE    Kartal, destnîşan kir ku divê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê rojeva sereke bin û got: "Çalakiyên niha dorveger in. Lê dibe ku di nêz de veguherin ên nedorveger jî. Wê çaxê agir tenê ne zindanan dê bavêje civakê jî. Lewma divê tevdîr bên stendin. Girtî tenê bi grevên birçîbûnê dikarin dengê xwe ragihînin. Em komele jî xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û dibêjin 'daxwazên wan daxwazên me ne.' Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek. Ji lewra rayedar êdî kor in, wezîrê dadê kor û lal e. Ji xeynî berxwedanê çareyek me tune ye. Alternatîfek me ya din tune ye. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."