Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê 2021-02-08 12:46:06 STENBOL – Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê ku piştgirî didin çalakiya xwendekarên xwe careke din bi armanca şermezarkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû pişta xwe dan rektoriyê û daxwaza xwe ya “zanîngeha xweser” dubare anîn ziman.   Çalakiya ku ji aliyê xwenekar, akademîsyen û pêkhateyên Zanîngeha Bogazîçiyê ve li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû bi daxwaza “zanîngeha xweser” tê lidarxistin zêdetirî mehekê ye bi biryardarî didome. Di çarçoveya çalakiyan de akademîsyenên zanîngehê bi armanca piştgiriya xwendekarên xwe careke din pişta xwe dan avahiya rektoriyê ya zanîngehê û bang li Bûlû kirin ku ji rektoriyê îstifa bike.