Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin 2021-02-08 10:25:46   STENBOL – Parlementerê Stenbolê Ahmet Şik, diyar kir ku berxwedana xwendekaran a li dijî rektorê qeyûm meşrûtiyeke civakî çêkiriye û wiha got: “Ciwan ji bo ku axa mirî ya li ser vî welatî rakin roleke girîng dilîzin.”   Derbarê Parlementerê Stenbolê Ahmet Şik ê ku piştgiriya çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm derdikevin kir de, ji sûcê “ji bo ku sûc bike bi eşkere tehrîk kirinê” lêpirsîn dan destpêkirin. Şik, têkildarî tayînkirina rektorê qeyûm, çalakiyên şermezarkirinê û lêpirsîna derbarê wî de hatiye destpêkirin, nirxandin kir.   Şik, bal kişand ser paraleliya tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ya Bogazîçiyê û xespkirina şaredarên HDP’ê û got, pergala qeyûm vîna gel tune dihesibîne. Şik, da zanîn ku têkoşîna xwendekaran moral dide wî û wiha got: “Ji hevalên ciwan ên hêviya min xurt digirin re spas dikim. Baş e ku hene. Ji bo ku axa mirî ya li ser vî welatî rakin, roleke girîng dilîzin. Ez ji wan re minettar im.”   MEŞRÛTIYETA CIVAKÎ   Şik, diyar kir ku berxwedana xwendekaran a li dijî rektorê qeyûm meşrûtiyeke civakî çêkiriye û anî ziman ku desthilatî vê berxwedanê bi zext, zilm û tundiyê dixwaze bêdeng bike. Şik, xwest ku berxwedan bi awayekî bîryardar bidome û wiha berdewam kir: “Berxwedan dixwaze ji me re tiştekê vebêje, heq nayê dayîn tê girtin. Ji bo ku bi faşîzmeke wisa re têbikoşin dibêjin divê mirov bi cesaret be û bi tu awayî dest jê bernedin. Tişta ku bikeve berê me bi cesaretî em berdewam bikin ku gotina xwe bêjin. Tiştê ku van zordaran ditirsîne cesaret e ew jî bi me re heye.”   LÊPIRSÎN   Şik, têkildarî lêpirsîna derbarê wî de hatiye vekirin jî, ev nirxandin kir: “Tirkiye ketiye destê mafyaya dilqê partiya siyasî. Ev lêpirsîn bi xwe gotinên min piştrast dike. Heke li bendê ne ku em ê ji vê yekê qutifin, bila xwe aş bikin.” Şik, anî ziman ku wê berxwedana xwendekaran di rûpelên dîrokê yên spî de cih bigire û got ku wê heta dawiyê piştevaniya berxwedana xwendekaran bike.