‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’ 2021-02-08 09:03:55 STENBOL - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dingila tecrîdê pêk tên û ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin divê berteka civakî li pêş bikeve.  Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re zêde bûne û didomin. Ev zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan di raporên binpêkirina mafan ên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de jî xwe radixe ber çavan. Li gorî rapora ÎHD’a Stenbolê Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin jî di nav de li 59 girtîgehan di sala 2020’an de herî kêm 4 hezar û 805 binpêkirinên mafan qewimîne.    ‘DINGILA BINPÊKIRINAN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE’   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan bi awayek eşkere di rapora girtîgehên herêma Marmarayê de ku eşkere kirine xwe radixe ber çavan û zêdebûna binpêkirinên mafan di encama polîtîkayên ewlehiyê de derdikeve holê. Acettîn got bi qasî wan tomar kiriye binpêkirinên mafan di rapora wan de cih girtiye lêbelê daneyên binpêkirinan gelek bi ser daneyên hatine eşkerekirinê re ye.    Acettîn da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bi zextên li derve re parelel pêk tên û zêde dibin û sepanên li girtîgehan bi dingila tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tê.    ‘DIVÊ BERTEKA CIVAKÎ LI PÊŞ BIKEVE’    Acettîn destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin li tevahiya girtîgehan belav bûye û got: “Di encama tecrîdê de binpêkirinên mafan zêde dibin. Ji ber vê yekê jî girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Em bi fikar in ku greva birçîbûnê veguhere greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Em çalakiyên girtiyan dişopînin. Lê belê ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin divê berteka civakî were lipêşxistin.”