26 sal in li hestiyê keça xwe digere 2021-02-08 09:01:54 STENBOL - Muteber Gumuş, ku bawer dike hestiyê keça wê li Goristana Kilyos a bêkesan li gel hestiyên 282 kesan di peyarêyê de hatiye definkirin, 2 sal berê ji bo testa DNA'yê serî li rayedaran da, lê hêj bersîvek negirtiye. Muteber Gumuş ku 26 sal in li hestiyê keça xwe digere, diyar kir ku dewlet ji hestiyê cenazeyên Kurdan ditirse.  Eskeran bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 hestiyên şervanên Kurd bêyî agahiya malbatên wan ji Goristana Xerzan a Gundê Oleka Jorîn derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.  Piştî demekê hat tespîtkirin ku cenaze di qabên plastik de li peyarêya tenişta Goristana Kilyosê defin kirine. Ji cenazeyên ku di peyarêyê de hatin veşartin heta niha tenê hestiyê 21 kesan teslîmî malbatên wan kirine. Hestiyên cenazeyên din hêj di peyarêyê de hatine definkirin. Malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirin, lêgerîna cenazeyên zarokên xwe berdewam dikin.   Yek ji malbatên ku li pey hestiyên zarokên xwe ne, Malbata Gumuş e. Ji malbata Gumuş, Aynûr Gumuş (Canda) di şerê sala 1995'an de li Tetwanê jiyana xwe ji dest da. Aynur Gumuş (Canda) di sala 1992'an de li gel komek hevalê xwe tev li refên PKK’ê bû. Gumuş, disala 1995'an de li Tetwanê di şer de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê heta niha malbata Gumuş li cenazeyê keça xwe digerin. Bav Ziya Gumuş, ku bi salan li hestiyê keça xwe geriya, di sala 2003'an de beyî hestiyê keça xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayik Muteber Gumuş, ji bo hestiyê keça xwe Aynûr bibîne 26 salin lêgerîna xwe berdewam dike.    SERLÊDAN BÊ BERSÎV MAYE   Gumuş anî ziman ku ji bo hestiyê keça xwe bibîne, serî li rayedaran daye, lê heta niha encam negirtiye û wiha got: "Piştî me bihîst ku 282 cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin û ji bo testa DNA'yê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) em ketin nava tevgerê. Bi baweriya ku cenazeyê keça me jî di nava hestiyên din de li Peyarêya Goristana Kilyosê xistine qaban me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê da. Me minaka DNA da dozgeriyê. Lê 2 sal borîn me tu encam negirtiye. 26 salin ez lêgerina xwe didomînim.    TEHAMULA KURDAN NAKIN   Muteber Gumuş, anî ziman ku dema cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin ket nava hestek pir xerab û wiha axivî: "Bi salan e ez li cenaze digerim, lê heta niha min tu encam negirtiye. Ev êşek pir mezin e. Dewlet nirx û cenazeyên Kurdan tehamul nake. Tehamulî gelê Kurd nake. Hevjînê min keyayê gund bû. Di sala 1993'an de her tim hêzên dewletê zext li me kirin. Lê me her tim li dijî van zextan li ber xwe dan. Em ji gund derneketin. Heta em tenê li gund man, em neçar man ku ji gund derkevin. Dema em hatin Tedwanê dewletê hevjînê min girtin. Min jî zarokên xwe hildan û min berê xwe da Stenbolê. Zarokên me hêj di bin tesîra wan zext û tundiya dewletê de ne."    HER TIŞTÎ LI ME QEDEXE DIKIN   Gumuş, destnîşan kir ku 26 salin li hestiyê keça xwe digere û wiha bi dawî kir: "Em tenê dixwazin bigêjin cenazeyê keça xwe. Destûr nadin em bibînin û teşhîs bikin. Em vê helwestê şermezar dikin. Divê cenazeyên malbatanr bidin wan. Ma cenazeyê bê xwedê çawa çê dibin? Her tiştî li meqedexe dikin. Zimanê me qedexe ye. Cenazeyê me qedexe ye. Dibêjin bi zimanê xwe ne axivin. Lê serê me jî jêkin em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin azad bijîn. Em dixwazin zimanê me jî serbest be. Em dixwazin zarokên me û gelê me azad bijîn. Ji cenazeyên zarokên me ditirsin. Dewlet ji mirî û cenazeyên Kurdan ditirsin. Em vê yekê qebûl nakin. Em maf û azadiya xwe dixw-azin. Bi hezaran mirov hatine windakirin. Ev yek wer nabe. Xwedê jî vê yekê qebûl nake."    MA / Îdrîs Sayilgan