Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin 2021-02-07 20:58:20   STENBOL – Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Muhammed Unal ê bi hêceta parvekirinên medya civakî hatibû binçavkirin hat girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê. Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Muhammed Unal bi hêceta parvekirinên medya civakî hatibû binçavkirin. Unal ê sewqî Edliya Çaglayana Stenbolê hat kirin îfadeyên wî hatin girtin. Dozger bi daxwaza girtinê şand cem dadger û Unal ji aliyê dadger ve hat girtin û ew şand Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa T.