Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir 2021-02-07 17:56:13   WAN – Li Herêma Gola Erçekê ya Wanê eskeran ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametoglullari birîndar kir. Rewşa ciwanê birîndar giran e.    Eskeran li herêma Gola Erçekê ya navbera Navçeyên Qelqelî û Rêya Armûşê ya Wanê gule berdan ciwanê 20 salî Mehmet Alî Nametogullari birîndar kirin. Nametogullari ku bi guleya eskeran bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Hat diyar kirin ku Nametogullari bi giranî birîndar bûye û rewşa wî giran e.    Bavê Mehmet Alî, Îskender Nametogullari, anî ziman ku kurê wî ji bo xwişka xwe ya nexweş ziyaret bike diçû bajar û wiha got: "Dema di rêde diçû esker dîtin û bi maşîneya xwe bi şûnde vegeriya. Dema dît esker wî dişopînin ji maşînê derket û destê xwe rakir hewa. Esker ji pêş û paşve gule berdanê. Guleya eskeran li pişta wî ket û bi giranî birîndar bûye. Niha li nexweşxaneyê tedawî dibe   Rayedaran jî heta niha têkildarî bûyerê tu daxuyanî nedane.