Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e 2021-02-07 15:16:37   ÎZMÎR - Kesên li Îzmirê hatin binçavkirin û bûn şahidê îşkence û tazîkirina 2 jinan, diyar kirin ku daxuyaniya Walîtiyê bêbingeh e. Endama Piştevaniya Zanîngeha Îzmirê Pinar Usta got “Tazîkirin li 2 jinan ferz kirin". Parêzer Hazal Aydin jî anî ziman ku dema çû Şaxa Ewlehiyê dengê qêrînê ji avahiyê dihat û got: "Em fêr bûn ku hatine tazîkirin."    Li Îzmirê di 5'ê sibatê de Piştevaniya Zanîngeha Îzmirê ji bo piştevaniya Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li pêş Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan daxuyanî dan û polîsan êrişî wan kiribû. Polîsan 26 kes binçav kiribûn. Polîsan 26 kesên binçav kirin şevê d8in serbest berdan. 2 jinên ku li Şaxa Ewlehiyê ya Konakê hatibûn binçavkirin diyar kirin ku di bin çavan de hatine tazîkirin. Piştî vê yekê Walîtiya Îzmîrê daxuyanî da "Lêgerîna tazî li dijî zagonê ye. Lêgerîna tazî li dijî zagonê nehatiye kirin."    'DAXUYANIYA WALÎ BÊ BINGEH E'    Endama Piştevaniya Zanîngeha Îzmirê Pinar Usta, li dijî daxuyaniya Walîtiya Îzmirê ya "Lêgerîna tazî nehatiye kirin" li ser hesabê medya civakî vîdeo parve kir û bersîv da û got: "Em bi tundiya polîsan hatin binçav kirin. Di bin çavan de lêgerîna tazî li me ferz kir. Parêzer nexistin hundir. Du jin tazî kirin û li ser wan lêgerîn kirin. Dema em çûn şaxa ewlehiyê parvekirên li ser medya ew xistibûn nava panîkê. Dema parêzer hatin xwestin rê li pêş lêgerîna tazî bigirin. Lê polîsan heqaret li wan kir. Daxuyaniyên Walî û medya alîgir bê bingeh in. Di çavdêriya parêzera min Hazal Aydin de lêgerîn hat kirin.    Parêzer Hazal Aydin jî wiha got: "Em ji bo bi muvekkillen xwe yên di bin çavan de hevdîtin bikin em çûn Şaxa Ewlehiyê. Dema em çûn ji avahiyê dengê qêrinê dihat. Me xwest em biçin hundir. Lê amirê polisan gotin 'Zorê li me nekin ku em tiştekî bikin' û gef li me xwarin. Destûr nedan em têkevin hundir. Herî dawî em ketin hundir û me bi muwekila xwe re hevdîtin kir. Dema me hevdîtin kir em fêr bûn ku ew tazî kirine û lêgerîn kirine. Piştî ev agahiya hat teyitkirin li ser medya civakî hat parvekirin bertek zêde bûn. Piştî vê yekê gotin emê li ser parêzeran ji bigerin. Me hesabê vê yekê pirsî û em ê hesabpirsinê berdewam bikin."