Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin 2021-02-07 13:43:47   ÎZMÎR - Xwedekara Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînan (MSGSU) Beyza Bûldag, bi hinceta şermezarkirinên rektorê qeyûm hat binçavkirin.    Xwendekara Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînan (MSGSU) û endama Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên Sosyalîst (SDG) ya Stenbolê Beyza Bûldag, li navçeya Bûca ya Îzmîrê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîs di serdegirtina malê de dest danîn ser bîlgîseyar û telefona Bûldag.      Hat diyarkirin ku Bûldag li Qereqola Bûca tê girtin û li bendêye ku bibin Stenbolê.