Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin 2021-02-07 13:13:23   STENBOL - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Mûhammed Unal, ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hat binçavkirin.   Derbarê endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûhammed Unal, ji ber parvekirinên medya civakê lêpirsîn lê hat vekirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de mala Unal a li Stenbolê de girtin û binçav kirin. Piştî ku Unal hat binçavkirin, wî birin Miduriyeta Polîsan a li Cadeya Vatanê ya Stenbolê.