Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê 2021-02-07 11:52:41   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê carê 2 îhaleyên ku maliyeta wan 555 hezar tl ye dan şîrketên Konya û Enqereyê.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, li gel ku gelek şîrketên heman karî dikin, li şûna îhaleyê bide şîrketên Amedê, îhaleya kar dan şîrketên Konya û Enqereyê. Qeyûmê ku ewil îhaleya karê maliyeta wê 628 hezar tl ye dabû şîrketên Bolu û Kocaelî, vêcarê îhale da du şîrketên din. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê carê bi heqê maliyeta 555 hezar tl îhale da şîrketên Konya û Enqereyê. Qeyûm ji bo karê malzemeyên ceyranê û çêkirina parkan bi buhayê 555 hezar tl ihale da.