5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere 2021-02-07 09:04:38   ŞIRNEX -  Di ser komkujiya jêrzemînên Cizîrê re 5 sal derbas bûn, lê hîn jî cenazeyê gelek kesan nehatiye dîtin. Yek ji van kesan jî Hacer Arslan e. Dayika wê Hiznê Arslan, anî ziman ku di destê zarokên wan de çek tune bûn, lê belê bi awayekî hovane hatin kuştin û got: "Heta ez sax bim, ez ê li cenazeyê Hacera xwe bigerim."   Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan dewam kiribû. Di dema vê qedexeyê de navçe hatibû dorpêçkirin. Pitik, zarok, extiyar û jin jî di nav de bi sedan kes hatibûn kuştin. Piraniya van kesan di jêrzemînên du avahiyan de hatibûn şewitandin. Piştî qedexe bidawî bûbû, cenaze ji jêrzemînan hatibûn derxistin. Lê belê gelek cenaze çendî ku malbatan ji bo DNA'yê xwîn dabû û xwîna wan û ya cenazeyan li hev derketibû jî, piştî wexteke dirêj radestî malbatan hatibûn kirin. Lê aqûbeta cenazeyê 14 kesan jî hîn nediyar e. Yek ji van kesan jî Hacer Arslan a 19 salî ye. Di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûne lê belê hîn jî cenazeyê Arslanê nehatiye dîtin.    Dayîk Hiznê Arslan ku di dema qedexeyê de kurê wê û birayekî wê jî hatine kuştin, 5 sal in li hestiyên keça xwe Hacerê digere.    PÊŞÎ BIRAYÊ WÊ KUŞTINE   Dayik Hiznê Arslan, anî ziman ku kuçe û kolanên Cizîrê rasterast dihatin bombebaran kirin û behsa wan rojan kir: "Keça min welatiya vê dewletê bû û xwendekar bû. Beşa tendûristiyê dixwend. Di xwendina xwe de jî gelek serkeftî bû. Piştî ku lîse qedand dest bi amadekariyên zanîngehê kirin. Lê ji ber ku pereyê ezmûnê nehat razandin neket ezmûnê. Pişt re li ser Ambulansê xebitî. Piştî ku 2 meh derbas bûn, qedexeya derketina derve hat ragihandin û şer dest pê kir. Di wê pêvajoyê de, em li Taxa Nurê bûn. Kal, jin û zarok her kes li taxê bû. Ez bixwe nexweş bûm û ji min re gotin, dibe ku dermanên te xelas bibin û em nikarin ji te re peyda bikin, lewma tu derkeve, biçe. Ez derneketim, min hin zarokên xwe derbasî taxeke din kirin û hîn jî li vir man. Ez kengî li zarokên xwe bigeriyama ji min re digotin, 'Em baş in.' Piştî ku ez derbasî taxa din bûm, Hacer li min geriya. Ji min re got, 'Top li malê ketiye hûn baş in?' Min jê re got, 'Em baş in, tiştek tune ye.' Piştî wê axaftinê şebeke hatin qutkirin û min ji her du zarokên xwe tu xeber nestand. Her kesî tiştek ji min vedişart, min hîs dikir ku tiştek çêbûye. Lê kesî tiştek nedigot. Pişt re nerihet bûm. Birayek min hat malê û got, 'Selîm hatiye kuştin.' Piştî ku min ev xeber stand ez ji bîr ve çûm û ez rakirim nexweşxaneyê. Dema ku ez birim nexweşxaneyê jî nehiştin kesek bi min re bê. Tenê xezûrê min bi min re hat. Li nexweşxaneyê ew odeya ku ez tê de dimam, DAIŞ'î tê de bûn. Ew kes ne mirovên normal bûn. Ji tirsa kesî nikaribû hêsiran jî bibarîne. Gava ez diqîriyam, xezûrê min digot, 'Neqîre, wê niha bên.' Min jî got, 'Bila bên, bila min jî bikujin.' Wê rojê heta êvarî serûm li ser serûmê li min xistin. Hişê min ji serê min çûbû. Heta bi nexweşxaneya me jî hatibû dagirkirin. Li nexweşxaneyê derûniya min xerabû."   LI KEÇA XWE DIGERE, LEQAYÎ CENAZEYÊ KURÊ XWE TÊ    Arslan, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema ku li cenazeyê keça xwe digeriya, leqayî cenazeyê kurê xwe hatiye.    Dayik Arslan got: "Piştî ku ez ji nexweşxaneyê derketim, em li cenazeyê birayê min geriyan. Li her derê bajêr em li cenaze digeriyan. Cenazeyê birayê min 29 rojan li kolana Narînê ma. Pişt re me cenaze rakirin nexweşxaneya Cizîrê. Min birayê xwe nas dikir, lê min mirina wî qebûl nedikir. Nehiştin ku kesek tevlî merasîma cenazeyî bibe û tenê 2 kesan cenazeyê birayê min defin kir. Piştî ku 2 hefte li ser qetilkirina birayê min derbas bû, agahiya qetilkirina zarokekî min ji min re hat. Çawa ku gotin cenaze aşkere bûye, min got teqez cenazeyê Hacerê ye. Pişt re ez ketim û hişê min ji serê min çû. Pişt re ji bo ku em cenazeyî bigirin me berê xwe da Rihayê. Piştî ku em çûn Rihayê ji me re gotin, we ewraq kêm anîne em cenazeyî nadin. Wê şevê em li wir man. Sibehê em çûn nexweşxaneyê. Ajokarê erebeyê hat û ji min re got, 'Xwe amade bikin em ê biçin ser goristanê.' Ez matmayî mam û min got, 'Qey we cenaze defin kiriye û we negotiye min?' Got, 'Tiştekî wisa tune ye.' Min jê re got, 'Weleh we cenazeyê Hacerê definkiribe ez ê dîsa hilgirim û ji we re nehêlim.' Piştî ku em çûn ser goristanê, min dît gor kolandine û wê cenaze defin bikin. Min çawa ji dûr ve lê mêze kir, min got, 'Ev cenaze ne cenazeyê Hacerê ye.' Pişt re min qîrînek da. Piştî ku me tabût vekir min dît ku cenazeyê kurê min Mehmet Saît e."   TIM DAVÊJIN SER MALA WAN    Dayik Hiznê Arslan bi lêv kir ku tu baweriya wê bi edelet û hiqûqê nemaye û heta ku hestiyên keça xwe nebîne ew ê nesekîne. Dayik Arslan di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Min kuştina kurê xwe qebûl nekir. Ji min re gelek zehmet bû. Min ji bavê wî re got, 'Em serî li serdozgeriyê bidin, ev ne cenazeyê kurê min e.' Piştî ku 6 meh derbas bûn ez dîsa çûm û min ji bo DNA'yê xwîn da. Meh derbas bûn û pişt re encam hat û gotin, ew xwîna ku te dayî bi tu cenazeyan re li hev nehat. Pişt re min dîsa hêviya xwe wenda nekir û min got, ez ê xwîn bidim. Lê parêzer got, xwîna te di destê wan de ye û hewce nake ku tu careke din bidî. Ji wê rojê heta niha ez li benda cenazeyê keça xwe me. Dewleta ku edelet û hiqûqa wê tune be, hêviya mirov jî jê namîne. Em gelek mexdûr in. Zarokê mirov tê qetil kirin û mirov nikaribe şîna wê deyne? Mirov dizane ku kê qetil kiriye, lê mirov nikare biaxive. Mala min şewitandin, zarokên min û birayê min qetil kirin, lê hîn jî êrîşê tînin ser mala me û îşkenceyê li me dikin. Di her serdegirtinê de li Hacerê dipirsin. Wan qetil kiriye û her tim jî tên li Hacerê dipirsin. Carekê hatin bi ser mala me de girtin û ji keça min re gotin,'Hacer tu yî?' Keça min jê re got,'Ne ez im.' Min ji wan re got, 'We di jêrzemînên Cizîrê de Hacer qetil kir, çi rûye we heye ku hûn dipirsin?' Li ser hemû halî hîn jî yên sûcdar em in. Careke din jî ji hevserê min Hacer pirsîn. Tu hêviya min ji vê dewletê tune ye. Heta ez sax bim, ez ê li pey doza zarokên xwe bim. Heta dilopek xwîn di laşê min de bimîne, ez ê li cenazeyê Hacerê bigerim. Heta ez cenazeyê keça xwe nebînim ez ê nemirim. Me bang li her derê kir û me got, 'Zarokên me rizgar bikin, em welatiyên vê dewletê ne di destê zarokên me de çek tune ne.' Lê kesî dengê me nebihîst û em bi tiştekî hesab nekirin."   MA / Zeynep Dûrgût