Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket 2021-02-07 09:02:47   ENQERE - Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendevanên xwe.    Hejmara yekem a Rojnameya Zarokan Solfasol gihaşt ber destê xwendevanên xwe. Rojnameya Solfasolê, ji aliyê zarokan ve tê amadekirin. Rojname dê wekî pêveka Rojnameya Gayrîresmî Solfasolê li Enqereyê sê mehan carekê bê weşandin.    Ji naveroka wê bigire heya sêwirandina wê hemû ji aliyê zarokan ve tê amadekirin. Desteya weşanê ya Rojnameya Zarokan Solfasolê ji 14 kesan pêk tê. Her wiha xêzên di rojnameyê de cih digirin jî ên zarokan e. Ji xeynî Zîşan Kurum û Asli Baysûgê ku tevli civînan û amadekirina rojnameyê dibin, tu mezin daxilî rojnameyê nabin. Her wiha Lînda Nîhan Lafci jî ji bo sêwirandina rojnameyê alîkariya zarokan dike.    JI ZAROKÊN TEMENÊ WAN DI NAVBERA 7-18 SALAN DE    Zarokên temenê wan di navbera 7-18 salan de dikarin ji bo rojnameyê binivîsînin û xêz bikin. Sernavên beşên rojnameyê jî di civîna desteya weşanê ya ku ji zarokan pêk tê, bi biryareke hevpar tê diyarkirin. Hejmara zivistanê ji van beşan pêk tê: Nûçe, Hawidor û Zanist, Sersal, Mîtolojî, Çand, Huner û Geşt. Ji xeynî van beşan di her hejmarê de dosyeyek jî heye.    Kesên bixwazin xwe bigihînin rojnameyê dikarin bibin aboneyê malpera Solfasol.tv an jî dikarin ji pirtûkfiroşin li Enqereyê peyda bikin.    FIKIR A ZAROKAN BÛ    Zîşan Kurum û Asli Baysûg ku alîkariya zarokan dikin, behsa rojnameyê kirin.    Kurum, diyar kir ku fikira derbarê çêkirina rojnameyeke zarokan di civîneke Rojnameya Solfasolê de derketiiye holê û got: "Denîz ku kurê hevalek me ye, di civînê de dev ji lîstikê berda û got, fikirek wî heye. Fikira wî rojnameyeke zarokan bû. Dû re rojekê gava me rojname dikirin pakêt, careke din fikira xwe anî zimanê. Wê çaxê Tan, kurê hevalek me, jî li wir bû. Tan jî got, dikare aliyê wî bike. PIştî vê me jî fikra wan pêk anî."    Kurum, anî ziman ku zarok pêşî lêkolîn dikin, paşê nivîsên xwe amade dikin û got: "Rojnameyeke kolektîf e." Kurum, bilêv kir ku rojnameyê pêşniyarî mezinan jî dike û got: "Dê bibînin ku zarok pir cuda ne û ew jî xwedî derd in."    JI BO HEMÛ ZAROKAN    Baysûg jî anî ziman ku li bendê ne ku zarokên ne di desteya weşanê de jî nivîsan ji rojnameyê re bişînin û got: "Deriyê rojnameya me ji bo hemû zarokên ku dixwazin binivîsin vekiriye. Di nav desteya weşanê de ji bajarên din jî zarok hene. Zarokên bixwazin binivîsin, bajarê wan ferq nake, li ku dibin bila bibin dikarin binivîsin."    PEYAMEK JI BO MEZINAN    Ilgin Îklîm Eren a 8 salî anî ziman ku gava dest bi xwendina hejmara ewil kiriye pir kelecanî bûye û got: "Min cara ewil ji bo rojnameyê nivîsand. Pir kêfa min hat. Cara ewil e ku dê her kes nivîsa min bixwîne. Dê jê hez bikin."   Eren, anî ziman dixwaze derbarê nebat, fêkî, pirtûk, xişiran, kinc û pisîkan de binivîse.    Tan Bûlûgan ê 11 salî jî ji bo mezinan got: "Ev rojname delîlek e ku di karên wisa de divê firsendê bidin zarokan. Ji kerema xwe hînekî din jî guh li fikirên zarokan bikin."    NÊRÎNÊN ZAROKAN   Yagmûr Arslan a 11 salî jî anî ziman ku civînên rojnameyên pir xweş derbas bûne û piranî ji çêkirina wêneyan hez dike. Arslan, diyar kir ku dê di hejmara a biharê de derbarê Galata Kûlesiyê û pergala perwerdehiyê de binivîse.    Aren Hamarat ê 9 salî jî bilêv kir ku herî zêde ji çêkirina wêneyan hez dike û got: "Gava nivîsên dirêj bin dibetilim. Lê ez bi dilxweşî wêneyan çêdikim. Gava min rahişt hejmara ewil a rojnameyê, bi xwe serfiraz û şanaz bûm. Pir kêfxweş bûm."    Feraye Saçilik a 10 salî jî anî ziman ku gava derbarê mijaêrn li gor dilê xwe de dinivîse pir kêfxweş dibe û gava rojname nû derketiye dubare dubare ew xwendiye.    Denîz Bozbeyoglû yê 9 salî jî got: "Gava dinivîsim zehmetiyê dikişînim. Lê gava dixwînim, zewqê jê distînim."    Yagmûr Arcak a 16 salî jî anî ziman ku gava rojname nû derçûye û rahiştiye hejmara wê ya ewil pir şanaz bûye û got: "Min dizanibû rêya herî rihet a xwebilêvkirinê nivîs e. Lewma min qet dev ji nivîsandinê berneda û axirê nivîsên min êdî li cihekî tên weşandin. Ev ji bo min cihê kelecanê ye. Herî zêde dixwazim derbarê muzîkê de binivîsim. Çikû min hêlên muzîkê yên nayên zanîn keşf kirin û ji ber ku van tiştan parve dikim, dilxweş im."    MA / Zemo Aggoz