‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’ 2021-02-07 09:01:39   AMED - Parêzerê OHD’ê Yûsûf Çakas, diyar kir ku daxwazên çalakgerên li dijî tecrîdê li girtîgehan ketin greva birçîbûnê hiqûqî ne û got: “Divê ev daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û Wezareta Dadê di mijara tecrîdê de zelal be.”   Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê, girtiyan bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne û binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, di 27’ê Mijdara 2020’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Li tevahiya Tirkiyeyê, çalakiya girtiyan li 107 girtîgahan bi dewir girtina koma 15’emîn, di roja 73’yemîn de dewam dike.     'WEZÎRTÎ NE ZELALE’   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Mezopotamya (MED TUHAD-FED) Yûsûf Çakas, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike, çalakiya greva birçîbûnê ya dewam dike û zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan nirxandin.   Çakas, diyar kir ku gotina Wezîrtiya Dadê ya “tecrîd tuneye” ne raste û wiha axivî: “Divê Wezîrtiya Dadê aşker bike ku çima parêzerê Ocalan nikare pêre hevdîtin bike û ev mafên wan tê astengkirin.”    'DAXWAZÊN GIRTIYAN HIQÛQÎ NE’   Çakas, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Daxwaza hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re, daxwazek hiqûqiye. Divê ev daxwaza hiqûqî tavilê bê bi cih anîn. Ev maf di qanûnan de jî heye. Lê ji ber ku ev qanûn îro nayê bi cih anîn, girtî dikeve greva birçîbûnê. Di roja me ya îro de, ev rewş nabe ku bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em bang li desthilatdariyê dikin ku bi zelal tevbigere. Mîna her hikumxarekê, ew mafê Birêz Abdullah Ocalan jî heye ku hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike. Em dîsa dibêjin, ev daxwaz hiqûqîne û divê bên bicihanîn.”    ‘CPT’Î BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NAYÎNE’   Çakas, hatina şandeya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) a Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Di heftiya derbasbûyî de CPT’î hatibû Tirkiyeyê. Şandeyê gelek girtîgeh ziyaret kirin. Lê neçû serdana Girava Îmraliyê. CPT’î hewl dide, tecrîdê asayî bike. Divê CPT’î berpirsiyartiya xwe bi cih bîne û rewşa heyî ya li Îmrkiayê bi raya giştî ya navneteweyî re parve bike. Pêwîst CPT’î bi dengek bilind bêje ku tecrîd heye. Em dibêjin ji sala 2019’an ve bi tu awayî parêzer neçûne hevdîtin. Gelo ev tecride yan na? Divê CPT’î karibe vê nirxandinê bike.”   RÊZIKNAMEYA NÛ   Çakas, rêziknameya “Lijneya Çavdarî û Îdarî” ya ketiye meriyetê jî, nirxand û wiha rêz kir: “Ev rêzikname, ji bo girtiyan rêziknameya ‘pîşman bibe, îtaet bike û teslîm bibe’ ye. Bi vê rêziknameyê re wê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdetir bibin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Çakas, herî dawî bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî kir ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêde bûne, bêdengê xwe bilind bikin.