Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin 2021-02-07 09:01:04   WAN - Hempîşeyên nûçegîhanê me yê girtî Dîndar Karataş ku wê roja sêşemê danişîna wî bê dîtin, banga piştgiriyê kirin û gotin: “Rojnamegerî tê darizandin. Li dijî neheqiyê tişta ku bê kirin piştevaniya bi hevalên me yên girtî re ye.”   Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîndar Karataş, di 24’ê mijdara 2020’an de li Wanê di serdergirtina polisan de hatibû binçavkirin û piştî 2 roj binçavkirina xwe li Erziromê bi angeşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna yekemîn a doza Karataş wê di 9’ê sibatê de li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Girana Erziromê bê dîtin.  Derbarê Karataş ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtî ye de, ji 7 sal û 5 mehan û heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Karataş, bi nûçeyên xwe yên ku di demên cuda de çêkiribûn tê sûcdarkirin.    BABAT: ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN   Hempîşeyên Karataş, diyar kirin ku di şexsê Karataş de rojnamegerî tê darizandin û banga xwedîderketina li Karataş kirin. Nûçegîhana Jınnewsê Dîlan Babat, doznameya derbarê Karataş de weke doznameyeke vala nirxand û got: "Divê rojnameger ji ber nûçeyên xwe neyên darizandin. Îro li welat ewlehî û azadiya xwe anîna ziman a rojnamegeran nemaye. Em nizanin ku wê dor bê kî. Rojnamegeriya muxalîf bi zorê tê kirin. Li vir rojnamegerî tê darizandin. Ji bo ku em nîşan bidin rojnamegerî nikare bê darizandin em bang li hemû hevalên me dikin ku tevlî danişînê bibin.”   YILMAZ: SÛÇ TÊ KIRIN   Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî, da zanîn ku ji ber nûçegîhanê MA’yê binpêkirinên mafan ên li herêmê derdixin holê di hedefê de ne û axivî: “Em şahidê rojnamegeriya Dîndar in. Pêkenoke ku xebatên wî yên rojnamegeriyê bûne mijara darazê. Di doznameyê de sûcekî hiqûqî tê kirin. Daraza ku bi fermana desthilatê tevdigere, li şuna sûcên li dijî civakê tên kirin teşhîr bike dixwaze rojnamegeran bi bêdeng û terbiye bike. Divê xwedî li rojnamegerên mîna Karataş bê derketin.”   CANDEMÎR: ROJNAMEGERIYÊ WAN ACIZ KIRIYE   Rojnameger Oktay Candemîr jî, dest nîşan kir ku ew şahidê rojnamegeriya Karataş in û têkildarî doza Karataş de wiha got: "Diyar e ku sekna muxalîf û rojnamegeriya Dîndar wan aciz kiriye û ji ber vê bi mehan e di girtîgehê de ye. Hemû angaştên doznameyê nûçe ne. Rojnamegerî weke sûc hatiye nişandan. Li dijî neheqiyê tişta ku bê kirin piştevaniya bi hevalên girtî re û ragihandina rastiyan a ji gel re ye.”