4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-02-06 17:17:23 AMED – Ji 13 kesên k udi operasyonên leşkerî yên bejahiya Licê de hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan. Di 4’ê sibatê de li bejahiya navçeya Licê ya Amedê leşker derketibûn operasyonê û bi ser gundan de girtibûn. Di van serdegirtinan de leşkeran 13 gundiyan binçav kiribûn. Ji van 13 kesan Ramazan Aslan, Mehmet Bûdak, Abdûllah Alan û Mehmet Kaya duh bi angaşta “endamtiya rêxistinê” derketin dadgehê û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hat hînbûn ku 9 kesên din jî hê li Miduriyeta Polisan a Navçeyê tên girtin.