Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin 2021-02-06 14:48:21 AMED - ÎHD'ê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe di hefteya 626'an de berdewam kir. Xizmên windayan diyar kirin ku Umît Taş ê 12 salî li Navçeya Pasûrê ya Amedê li gel 11 kesan hat binçavkirin û piştre agahî jê neha girtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bêndarizandin" çalakiya xwe di hefteya 626’an de dîsa li ser medya civakî bi rêya vîdeo parve kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Umit Taş ê 12 salî ku li Gundê Badînek ê Pasûra Amedê di 25'ê Îlona 1993’an de li gel 11 kesan li nokteya polisan hatibû binçavkirin û winda bû pirsî. Çîroka Taş Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend. Akdenîz, bal kişand ser têkoşîna hiqûyî ya Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir û Rahşan Bataray Saman a ji bo Taş. Akdenîz, anî ziman ku Taş li nokteya polîsan hefteyekî binçavkirin û wiha got: "Hefteyekî li Midûriyeta Polîsan a Pasûrê dan rawestandin. Xizmên wî her hefte xwarin birin ji Taş re. Malbat herî dawî dema çûm Midûriyeta Polîsan jî, rayedaran diyar kirin ku Umit serbest berdane.  Hevalên ku bi Umit re hatin binçavkirin, şahidî kirin. Diyar kirin ku hefteyekî li Miduriyeta polîsan a Pasûrê hatin girtin. Piştre birin Tabûra Kobando ya Pasûrê. Li wir 2 rojan di bin çavan de man. Piştre hinek berdan û Umit û hin kesên din birin operasyona Zozanên Şenê ya navbera Pasûr û Mûşê. Destê wan girêdayî li pêş eskeran birin herêma operasyonê. "    Birayê Umit Taş Mehmet Alî û bavê wî Kemal Taş serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê dan. Lê tu encam bi dest nexistin. Li ser vê yekê malbata Taş seri li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Ji wê demê heta niha agahî jê nayê girtin.