88 rojnameger girtî ne46 rojnameger hatin darizandin 2021-02-06 14:11:33 AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpekirina mafên rojnamegeran a meha Çile aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di vê mehê de 4 rojnameger hatin binçavkirin, 1  rojnameger hat girtin û 46 rojnameger hatin darizandin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpekirina mafên Rojnamegeran a meha Çile aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di meha çiye de jî zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran berdewam kir û wiha cih da raporê: "Mixabin em dibin şahidê gelek binpêkirinên mafan. Ji ber vê yekê em neçar in her meh raporan aşkere bikin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Li hemû cîhanê dema navê rojnamegeran tê gotin, agahî û nûçe tê hiş û aqilê mirovan. Lê li Tirkiyeyê dema pîşeyê me tê ziman, ewil zext û tundiya li ser çapemeniyê tê hiş û aqilan. Nêzîkatiya îqtîdarê ev encam ava kiriye.    Di cîhana siyasetê de zimanê  siyasetê û rêbazên siyasetê dibe sedem ku wisa nêzî rojnamegeran bibin. Îqtîdar ji bo destûr nede dîmen wêne û nuçeyên cuda, zextan zêde dike. Naxwazin rojnameger derkevin xeta dervê wan. Yên derdikevin dervê sînorê wan dibin hedefa îqtîdarê û wekî “terorist” tên îlankirin. Rojnameger ne ew kesên ku propaganda îqtîdarê dike ye. Ew kesê ku her tim rastiyan dinivîse û gel ronî dike ye. Divê îqtîdar êdî vê yekê fam bike û dest ji gotinên xwe yên rojnamegeran dike hedef berde."    DFG'ê di berdewama raporê de bang li rayedaran kir û xwest hemû rojnamegerên girtî serbest berdin û wiha lê zêde kir: "Her çiqas îqtîdar rojnamegeran bike hedef, em jî dê ew qas hempîşeyên xwe biparêzin û li wan xwedi derkevin. Tu zext nikarin pîşeya rojnamegeriyê tune bikin. Nikarin rastiyan tune bikin. Nikarin  ronîkirina gel asteng bikin. Çi dibe bila bibe dê di her şert û mercan de rojnameger xebatên xwe yên ronîkirin û rastiyan bidomînin.    Îstatîstîkên binpêkirina mafên rojnamegeran a miha çile wiha ye:    Di meha çile de; 4 rojnameger hatin binçavkirin, 1 rojnameger hat girtin, 6 rojnameger bi êrîşê re rû bi rû man. 1 rojnameger bi tundiyê re rû bi rû man. 4 rojnamegeran dema nûçe dişopandin hatin asteng kirin. 6 rojnameger der barê wan de lêpirsîn hat vekirin. 2 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin. 5 rojnameger bi 12 sal û 4 meh û 12 rojan hatin cezakirin û cezayê wan taloq kirin. Darizandina 30 dosya û 46 rojnamegeran didone. 3 rojnameger li girtîgehê bi êrîşan re rû bi ru man. 1 rojname ji bo 3 rojan cezayê îlan reklamê li wê hat birîn. RTUK'e 2 saziyên çapemeniyê ceza kir. 30 nûçe li ser malpera înternetê hatin astengkirin. Heta îro (06 Silat 2021)  88 rojnameger girtî ne.