37 salin li heviya hatina bavê xwe ye 2021-02-06 13:31:27 STENBOL - 37 sal berê Maksut Tepelî li Şaxa Siyasî ya Gayrettepe ya Stenbolê di bin çavan de hat windakirin û agahî jê nayê girtin. Hevjîna Maksut Tepelî Şehriban Tepelî, anî ziman ku dema hevjînê wê hat windakirin keça wê 2,5 salî bû lê niha 39  salî ye û 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye.    Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsê bi rêya vîdeo li ser înternetê çalakiya xwe berewam kirin. Mirovên Şemiyê di hefteya 828’an de aqûbeta Mamoste Maksut Tepelî yê 37 sal berê li Şaxa Gayrettepe ya Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Ewil hevjîna Maksut Tepelî, Şehriban Tepelî axivî. Şehrîban Tepelî, anî ziman ku ji bo gorek hevjînê wê çê bibe 37 salin têdikoşe û wiha got: “Dema hevjînê min hat binçavkirin û windakirin keça min 2.5 salî bû. Niha keça min 39 salî ye. Keça min hêj li heviya hatina bavê xwe ye. Neviyê min çêbûn. Neviyê min jî li heviya Kalikê xwe ne. Em êdî dizanin ku carek din hevjînê min bi saxî nayê. Lê zarok û neviyên min dixwazin ku gorek wan hebe."      Parêzer û Seroka Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku Tepelî dema birîndar bû binçav kirin û wiha got: "Li gel ku Tepelî birîndar bû jî nebirin nexweşxaneyê û raste rast birin  Şaxa Siyasî ya Stenbolê. Bi îşkenceyê lêpirsîn kirin. Li vir ji ser xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Numune ya Haydarpara. Ji wê demê û şûnde carek din agahî jê nehat girtin. Heta 2003'an tu agahî negirtin. Piştî 2003'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadıkoyê dan. Dozgeriyê ji gelek saziyan re nivîs şand. Lê heta 3 salan aqûbeta wî veşartin. Di sala 2006'an de gotin dema Maksut li nexweşxaneyê bû jiyana xwe ji dest dane û veşatine. Dema malbatê xwest cihê gora wî bibînin, dozgeriyê biryara bêşopandinê da. Piştî wê serî li AYM'ê dan. Ji ber ku tu encam ji vir derneket serî li DMME'ê dan. Niha dosya  li DMME'ê tê rawestandin.    EM Ê HETA DAWÎ BIŞOPÎNIN   Ji mirovên Şemiyê Hepgul Bozoglu daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû lêgerînên wan ên zagonî û hiqûqê bê encam tên hiştin. Bozoglu, anî ziman ku ew têkoşîna xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin û dê heta dawî vê tekoşîna xwe berdewam bike."